Fotograf: AA/Arşîv
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Walîtiya Amedê diyar kiriye ku her cure civîn, çalakiyên li cihên sergirtî-servekirî wê pêk werin (civîn, meş, civînên çapemeniyê, grevên birçîbûnê, çalakiyên rûniştinê, mitîng, vekirina standan, danîna konan, belavkirina belavok/broşuran, daliqandina afîş/pankartan) ji bo 10 rojan wê qedexe be.
Çalakiyên ku walîtiyê û qaymeqamiyan destûr dane, wê ne qedexe bin.
Walîtiyê daxuyaniyeke nivîskî weşandiye û gotiye: "Ji bo li nava sînorên bajarê me sazkirina rêkûpêkî û ewlahiya civakî, ewlehiya can û mal û milkan, parêzbendiya şexsan, selametiya emniyet û civakê, ji bilî yên wê Walîtî û Qaymeqamtî destûrê bidin, her cure civîn/çalakiyên li cihên sergirtî/servekirî wê pêk werin (civîn, meş, civînên çapemeniyê, grevên birçîbûnê, çalakiyên rûniştinê, mitîng, vekirina standan, danîna konan, belavkirina belavok/broşuran, daliqandina afîş/pankartan), tevlî bi beşdariya ji bajarên din, li gorî Xala 11/Cyê ya Qanûna Rêveberiya Bajaran a hejmar 5442yê û Xala 19an a Qanûna Civîn û Meşên Xwenîşandan a hejmar 2911ê ji 26.03.2022yê heta 04.04.2022 saet 23.59ê ango ji bo 10 rojan navenda bajêr û navçeyên me jî tê de li nav sînorên coğrafî yên Amedê hatine qedexekirin.” (RT/FD)