Li Newroza Amedê di encama êrişên polîsan de herî kêm 298 kes hatine desteserkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê li Newroza Amedê di encama êrişên polîsan ên li ser gel de, gelek kes hatine derbkirin û desteserkirin.
Di êrişên ji sibehê heta danê êvarî dewam kirin de 150 jê zarok herî kêm 298 kes hatin desteserkirin.
Kesên hatine desteserkirin li Midûriyeta Polîsan a Amedê ne. (AY)