Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Doza Geziyê ya ku Osman Kavala, Mucella Yapici, Çîgdem Mater, Alî Hakan Altinay, Mîne Ozerden, Can Atalay, Tayfûn Kahraman û Yîgît Alî Ekmekçî jî di nav de komek kes tên dadgehkirin êdî ber bi encamê ve hatiye. Osman Kavala hezar û 602 roj in ku li Girtîgeha Sîlîvriyê girtî ye.
Dadgehkirin li 13em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê dewam kir. Osman Kavala bi rêya Sîstema Deng û Dîmenan (SEGBIS) beşdarî danişînê bû. Bersûcên din li salonê bûn.
Nêzîkî 200 kesî danişîn şopand ku parlamenter, nûnerên konsolxaneyan, saziyên civaka sivîl û rojnameger di nava wan de hebûn.
Mafparêzên ku tên dadgehkirin li dijî daxwaza Dozger Edîp Şahînerî, paraznameyên xwe kirin. Edîp Şahîneri di danişîna 4ê Adarê de xwestibû mafparêz werin cezakirin.
Beriya pêşkêşkirina parêznameyan Can Atalayî derbarê şêweyê dadgehkirinê de xwest biaxive. Di vê navberê de nîqaşeke biçûk di navbera wî û dadwerî de derket. Atalayî got ku ger kêmasiyên şêweyî neyên temamkirin nabe paraznameyên derbarê esasê de werin pêşkêşkirin û wiha dewam kir: "Ger me israr nekira wê heyeta we li daxwaza me ya derbarê ji holê rakirinê jî guhdar nekira. Ji bo axavtinên me yên ji holê rakirinê, we bi israr got 'parazname' û we xwest bi wî awayê werin qebûlkirin."
Atalayî axavtina xwe bi gotina “Me ne xwe lê me Gezî parast. Em ê di parastina Geziyê de dewam bikin" bi dawî kir.
Bayraktar: We tenê gotinên wan dubare kirin
Piştî Atalayî, Parêzerê Osman Kavalayî, Koksal Bayraktar axivî û wiha got: “We gotinên bersûcan ên li 30em Dadgeah Cezayê gotibûn, dubare kirin, we ti tiştekî din nekir, hûn neketin nava esasî."
Piştî pêşkêşkirina parêznameyan dozger Edîp Şahînerî gotiye, bila Osman Kavala tehliye nebe û dema parêzeran xwestiye a ji bo parêznameyan bidin wan.
Heyeta dadgehê piştî daxwaz û axavtinan navber da dadgehkirinê. Piştî navberê jî biryara xwe aşkere kir.
Heyetê daxwaza tehliyekirina Osman Kavalayî qebûl nekir û ji bo parêznameyên xwe amade bikin dem da parêzeran. Dadgehkirin wê 22yê Nîsanê dewam bike. (HA/FD)