Fotograf: Twîtter
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Noam Chomsky, zimannas, filozof, dîroknas û aktîvistê Amerîkî peyameke bi vîdyo ji bo Newroza Wanê şandiye.
Li gorî nûçeya Ajansa mezopotamyayê Chomsky di peyamê de diyar kiriye ku gelê Kurd ji bo azadî û edaletê weke lehengan têkoşiyan û têkoşîna gelê Kurd îlhamê dide.
Peyama Chomsky weha ye: “Gelê kurd ji bo azadî û edaletê weke egîdan têkoşiyan. Bi zext, zor û tundiyeke zêde re rûbirû man û biserketin. Weke têkoşîna wan serkeftina wan a li dijî van zor û zehmetiyan jî feyzê dide. Di vê têkoşînê de ji bo min şanaziyek e ku ez piçekê jî beşdarî vê hewldana awarte bibim. Min di demekî nêzîk de li Zanîngeha Rojava axaftinek kir. Beriya çend salan, ev tişteke ku nedihat xeyalkirin bû. Vê nîşanî me da ku ruhê mirovan tenê xeyal nake, bi ser jî dikeve. Ev berxwedan û serkeftina gelê Kurd ji bo me dersek e. Elbet wê berdewama wê jî were û dê ji vê kêmtir nebe. Newroz Pîroz Be!”
Her weha Chomsky di peyama xwe de banga rakirina tecrîda li ser Rêberê PKKê Abdûllah Ocalan kiriye. (RT/AY)