Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Aktor û derhênerên Amerîkî Mark Ruffalo û John Cusack piştgirî dane kampanyaya ku ji bo hunermend Nûdem Dûrak azad bibe hatiye destpêkirin. Dûrak ji sala 2015an pê ve ji bo ku stranên kurdî sitraye girtî ye.
Mark Ruffalo li ser hesabê xwe yê Twîtterê diyar kiriye ku Dûrak tenê ji bo ku strana kurdî gotiye di girtîgehê de ye û weha gotiye: “Ev mirova bedew û nazik di girtîgeheke Tirkiyeyê de tê girtin. Sûcê wê? Strana distirê. Stranên gelê xwe yê Kurd dibêje. Ji kerema xwe re alîkar bin û parve bikin”
This beautiful, kindly, gifted human being is being kept in a Turkish prison. Her Crime? Song. She sings the folk songs of her Kurdish people. Please Help and RT. #FreeNudemDurak https://t.co/hpvPCehi6d
— Mark Ruffalo (@MarkRuffalo) March 17, 2022
John Cusack jî bi heman rengî li ser hesabê xwe yê Twitterê mesaj nivîsandiye û piştgirî daye kampanyaya azadiya Nûdem Dûrakê.
Cusack wiha nivîsiye: "Hunermenda Kurd Nûdem Dûrak a di sala 1988ê ji dayik bûye, li Tirkiyeyê bi 19 sal cezayê girtîgehê ceza kirine. Ji xwe 6 sal in di girtîgehê de ye. Sûcê wê strîna li ser edaletê ye. Jina Kurd a li Tirkiyeyê ji ber strîna stranan hatiye zindanîkirin, nas bikin."
Kurdish singer Nûdem Durak, born in 1988, has been sentenced to 19 years in jail in Turkey. She has been in prison for 6 years already. Her crime singing about justice
— John Cusack (@johncusack) March 17, 2022
Meet The Kurdish Woman Imprisoned For Singing In Turkey | AJ+ Docs https://t.co/yksxKLBFbP via @YouTube
Pêştir jî kesên navdar yên weke Roger Waters, Angela Davis, Noam Chomsky, Ken Loach, David Graeber û Peter Gabriel ji bo Dûrakê banga ‘edaletê’ kiribûn.
(RT/AY-FD)