Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serokatiya Beşa Dijterorê ya Midûriyeta Giştî ya Emniyetê giliyê Seroka Yekîtiya Bijîşkên Tirkan (TTB) Şebnem Korûr Fîncanciyê kiriye. Desteya Navendî ya Yekîtiya Bijîşkên Tirkan (TTB), bersiva hewldana Midûriyeta Giştî ya Emniyetê daye.
Korûr Fîncanci beşdarî bernameya YouTube-ê ya Erkam Tûfan Aytav bûbû ku Tûfan yek ji bergûmanên doza 'FETO'yê yê fîrarî ye. Piştî Korûr Fîncanci beşdarî vê bernameyê bûye, Serokatiya Beşa Dijterorê li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek weşandiye û wiha gotiye: “Ji ber ku Seroka Bijîşkên Tirkan Şebnem Korûr Fîncanci beşdarî bernameya endamê FETOyê yê fîrarî yê bi gelek biryaran li wî digerin bûye, li bal Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê giliyê wê hatiye kirin."
TTByê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku “bi gilîkirinê dixwazin Yekîtiya Bijîşkên Tirkan di çavê civakê de lawaz bikin, dema erk û wezîfeya xwe bike bi tirs û xof tevbigere." (RT/FD)