Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Alîkarê Wezîrê Karûbarên Enfalkiriyan û Şehîdan ê Herêma Kurdistan Berevan Hemdiyî derbarê komên gorî ên li Şengalê de ji nûçegihanê AAyê re diyar kiriye ku heta niha 81 gorên komî yên êzidiyan hatine dîtin.
Hemdiyî gotiye, tevahiya gorên komî yên piştî êrîşa DAIŞê ne ku di 3yê Tebaxa 2014an da pêk hatibû. Hemdiyî wiha dewam kiriye: "Li gorî hemû agahî û belgeyên di dest me da ev jenosîd e. Hemû delîl nîşan didin ku DEAŞê sûcekî wiha kiriye."
Du hefte beriya niha 4 gorên din hatine dîtin
Hemdiyî bibîr xistiye ku du hefte beriya niha li Herdanê ya Şengalê 4 gorên komî yên din hatine dîtin û hestiyên hatine derxistin ji tiba edlî ya Bexdayê re şandine. Piştî testên DNAyê, nasnameyên qurbaniyan wê diyar bibin.
Rayedarê Herêma Kurdistanê ev zanyarî dane: "Ji gorên komî li Şengalê hinek bi tenê yên zarok û mêrên e, hinek jê jî bi tenê yên jinan e. Di gorên komî yên jinan de xebata vedanê hê dest pê nekiriye. Rojên pêş di wan de jî xebat wê bên kirin. Heta niha 81 gorên komî hatin dîtin."
Tê diyarkirin, li herêmê heta niha 23 gorên komî ên êzidiyan hatine vekirin û nasnameyên qurbaniyan hatine tesbîtkirin, 58 gorên komî mayîn jî hê nehatine vedan.
DAIŞê di 3yê Tebaxa 2014an de êrîşî navçeya Şengalê ya êzidiyan kiribû, jin û zarok jî di nav da bi hezaran kes revandibûn. DAIŞê kesên revandî an kuştibûn an jî li herêmên ku di bin kontrola wan da bûn, dîl girtibûn. (AEK/FD)