Rejîma Saddam, di 16ê Adara 1988an de bi gazên kîmyewî êrişî bajarê Helebceyê kiribû û di encama êrişê de herî kêm pênc hezar kes ku piraniya wan zarok û jin bûne, mirine. Bi hezaran kes jî brîndar bûbûn. Helebce bajarekî Herêma Kurdistanê ye û nêzikî sînorê Îranê ye. 34emîn salvegera Komkujiya Helepçeyê hatiye bibîranîn
Di çalakiyan bibîranînê de hatiye destnîşankirin ku bi komkujiyên vî rengî re hebûna gelê kurd hedef hatiye girtin.
Êlih
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê bi çalakiyekê qurbaniyên Komkujiya Helebçeyê bi bîr anî. Di çalakiyê de Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran û gelek welatî amade bûn. Di çalakiyê de ji bo bîranîna qurbaniyan deqeyek rêz hate girtin û piştre jî find danîn ser wêneyên qurbaniyan.
Ayşe Acar Başaran li ser navê girseyê axiviye û daye zanîn ku di Komkujiya Helebçeyê de bi hezaran kes mirine. Başaranê diyar kiriye ku bi van komkujiyan re hebûna kurdan hedef hat girtin.
Piştî daxuyaniyê jî belgefîlma derbarê komkujiyê de hatiye nîşandan.
Amed
Bi heman boneyê li Amedê jî Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê li pêşiya Bîrdariya Jiyanê ya li Koşuyolu ya Amedê çalakî li dar xistiye. Çalakvanan pankarta “Me Helebçe ji bîr nekiriye” vekiriye.
Di çalakiya bîranînê de endam û rêveberên TJA, HDP, Partiya Pêşerojê, DEVA, CHP û gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî amade bûn in. Di çalakiyê de Hevserokê Şaxa SESê ya Amedê Şiyar Guldîkan gotiye ku dê Komkujiya Helebçeyê tu carî ji bîr nekin û hesabê ji kiryarên wan bipirsin.
Berdevkê Platformê Mehmet Candar jî aniye ziman ku di şerî de bedela herî giran jin, zarok û kedkar didin. Candar, dîroka Komkujiya Helebçeyê bi bîr xistiye û gotiye ku dê tu carî ji bîr nekin. Piştre jî Hevserokê HDPa Amedê Zeyyat Ceylan axiviye û destnîşan kiriye ku birîna Helebçeyê hêj jî nekewiyaye û dê kesek nekare gelê kurd tune bike.
Riha
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Sêweregê jî li Qada Kanlikuyuyê bi merasîmekî qurbaniyên Komkujiya Helebçeyê bi bîr anîne. Di çalakiyê de pankarta “Em ê Helebçeyê ji bîr nekin” hatibû vekirin. Di çalakiyê de Berdevkê Demê yê Platformê Fırat Ayebe axiviye û wiha gotiye:
“Komkujiya Helebçeyê, xeleka dawî û ya herî biêş a êrişên sîstematîk ên Sedam bû. Her çend ku dîktatoriya Sedam niha nebe jî, zîhniyeta wî hêj îro jî li dijî kurdan bi awayên cuda li ser kar e.”
Ayebe, qurbaniyên komkujiyê bi rêzdarî bi bîr anî û da zanîn ku dê têkoşîna xwe heta dawiyê bidomînin.
Mêrdîn
Rêxistina HDPa Mêrdînê jî têkildarî Komkujiya Helebçeyê li pêşiya avahiya xwe daxuyaniyek daye. Gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûne û pankarta “Em qetlîamên li hemberî gele Kurd nalet dikin” hatiye vekirin. Hevserokê HDPa Mêrdînê Salih Kuday di daxuyaniyê de destnîşan kiriye ku yên çekên kîmyewî didan sedam, yên ku Sedam ji bo êrişên wiha sor dikir û piştgirî didan jî şirîkên komkujiyê ne.
Daxuyanî bi dirûşm û çepikan bi dawî bûye.
Şirnex
Bi heman mebestê, Rêxistina HDPê ya Şirnexê jî li pêşiya avahiya HDPa Silopiyayê daxuyaniyek daye. Di daxuyaniyê de endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, MEBYA-DER, aktîvîstên TJAyê, parlamenterên HDPê yên Şirnexê Hasan Ozguneş û Huseyîn Kaçmaz, hevserokên rêxistina bajar û navçeyan ên HDPê, hevşaredarên Silopiyayê û gelek kes amade bûn in.
Di daxuyaniyê de Hevserokê HDPa Silopiyayê Yakup Taniş axiviye û daye zanîn ku Komkujiya Helebçeyê yek ji mezintirîn komkujiyên li dijî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd hatiye kirin e. Taniş, destnîşan kiriye ku gelê Kurd di tevahiya dîrokê de gelek caran bi qirkirinan re rû bi rû ma ye lê tu carî dev ji têkoşîna xwe ya azadiyê bernedane. Taniş, Qirkirina Enfalê û Komkujiya Helebçeyê lanet kiriye û hemû qurbaniyên wê bi bîr anîye. (AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê