Fotograf: HDP
Partiya Demokratî a Gelan (HDP), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jiyana Azad (TJA) bernameya pîrozkirina Newrozê li Elkê, navçeya Şirnexê daye destpêkirin.
Li ser navê KCDyê Hevserok Berdan Ozturk, li ser navê DBPyê Hevserok Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, li ser navê HDPyê berdev Ebrû Gunay beşdarî bernameyê bûye.
Beşdarên bernameyê li ber avahiya rêxistina HDPyê ya Elkê kom bûne û ji vir ber mi qada navçeyê ve meşiyane. Di dema meşê de sloganên "Bijî Newroz" berz kirine.
Li Qadê agir hatiye pêxistin û li vir stranên Newrozê strîne.
Di pîrozbahiyê de pêşiyê Berdevka HDPyê Ebrû Gunay axiviye. Beşek ji axavtina Gunayê wiha ye: “Em îro starta Newrozê li vir didin. Em îro li dilê Kurdistanê agirê Newrozê vêdixin. Kurd li her derê agirê Newrozê vêdixin. Agirê pêşiyê îro em li qûntara Çiyayê Katoyê vêdixin. Kurdan seranserî dîrokê Newrozê bi berxwedanê pêşwazî kir. Îsal sala serkeftinê û azadiyê ye. Newroz Newroza serkeftinê û azadiyê ye. Kurd li çar parçeyên Kurdistanê bi ruhê yekîtiya neteweyî berxwedana xwe mezin dikin. Yên ku dixwazin me ji hev veqetînin, îro helwesta me Newroz e. Nekevin nav tu hesabên şaş. Gelê kurd yekîtiyê, aştî û azadiyê dixwaze.”
Salîha Aydenîz: Wateya pêxistina agirê Newrozê li Elkê pir mezin e
Piştî Gunayê Hevseroka DBPyê Salîha Aydenîz axiviye. Aydenîzêgotiye ku "Wateya pêxistina agirê Newrozê li Elkê pir mezin e. Lewma em îro li vir in. Hemû zor û zext hemû qedexekirin, astengkirin tên meşandin" û wiha dewam kiriye: "Nexwestin ku gelê Kurd were cem hevdu û gelê Kurd roja azadî û wekheviyê pîroz bike. Dîsa bi dirûşmeyên dayikan, ciwanan em ê destpêkê agirê Newrozê pêxîn. Destpêka biharê bi têkoşîna jinan, bi xemla jinan ji xwe 8ê Adarê bû Newroz. Di 8ê Adarê de jinan 8ê Adarê kirin Newroz. Û em ê her roj Newrozê pîroz bikin, heya ku azadî pêk were. Yên ku li qadan ji bo azadiyê, ji bo rengê jinan û gelê Kurd li berxwe didin, em ji Botanê Newroza wan pîroz dikin. Îro li her qadê têkoşîn heye, em Newroza berxwederên girtîgehan pîroz dikin. Sekna wan, têkoşîna wan, berdelên wan em anîn van rojan."
Berdan Ozturk: Newroz li hemberî mêtingeran serhildan e
Hevserokê KCDyê Berdan Ozturkî jî diyar kiriye ku "Dehaq gelek caran hatine lê belê ruhê Kawayê hesinkar her tim Dehaq û feraseta wî têk biriye."
Ozturkî wiha gotiye:
"Newroz ji bo gelê me li hemberî mêtinger û dagirkeran serhildan e, berxwedan e. Vî tiştî herî baş gelê Botan dizane. Her tim li hemberî mêtinger û dagirkeran li ber xwe daye, serê gelê me her tim bilind bûye. Gelê me yê Botan her tim serê govenda azadiyê girtiye. Ji her 4 parçeyên Kurdistanê re jî pêşengî kiriye. Gelek tişt kirin, em hemûyan dizanin. Dehaqê îro bila vegerin dîroka Kurd û Kurdistanê binihêrin, Dehaq gelek caran hatine lê belê ruhê Kawayê hesinkar her tim Dehaq û feraseta wî têk biriye. Dehaqê îro zilmkar bûn lê belê Dehaqê îro her tim bi têkoşîna me têk çûne. (FD)