Fotoğraf: Ajansa Mezopotamyayê
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Hevjînê Emîne Şenyaşarê û du kurê wê ji aliye xizmên Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamentere Rihayê yê AKPê ve hatibûn kuştin. Emîne Şenyaşar û kurê wê yê bi navê Ferît Şenyaşar ku ji êrişê bi brîndarî filitîbû, bi daxwaza dadkirina berpirsiyaran nobeta “edaletê” dabûn destpêkirin. Salekî nobedê temam bûye.
Bixwîne-Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar hatine desteserkirin
Bixwîne-Emîne Şenyaşar hatiye desteserkirin
Bixwîne- Malbata Şenyaşar carekî din banga “bêdeng nemînin” kiriye
Bixwîne- Malbata Şenyaşar: Bila zilm bi dawî bibe
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê ku saleke bê navber di nobetê de ye nikarîbûye biçe pêş Edliyeya Rihayê.
Îro li pêş edliyeyê Perîhan Yuzuguldu, keça Emîne Şenyaşarê û kurê wê Mehmet Şenyaşar dest bi nobetê kiriye.
“Ji bo jinan edalet”
Mehmet Şenyaşar derbarê nobeta salek li pey xwe hîştiye de axiviye û gotiye: “Tevî zoriyan jî nobedê salek li pey xwe hişt. Dayika min û Ferît îro çûn nexweşxaneyê. Ez û xwişka xwe hatin û me nobed dewr girt. Em sibê bi wesîleya salvegera yekemîn li benda rêxistinên mafê mirovan in ku werin ber edliyeyê. Heta edalet bicih were wê ev nobed bidome. Em ji bo her kesî edaletê dixwazin.”
Perîhan Yuzugulduyê jî destnîşan kiriye ku wê îro di şûna dayika xwe de nobet girtiye û gotiye: “Dayika min û kekê min 365 roj in li ber edliyê perîşan bûn. Em dixwazin tavilê edalet bicih were. Heta edalet were cih, em ê ji vir neçin. Em gazî her kesî dikin; em ji bo her kesî edaletê dixwazin. Dayika min ji bo jinan û dayikan edaletê dixwaze. Îro roja jinan e. Bila jin dayika min bi tenê nehêlin. Birayê min Fadil Şenyaşar 4 sal bêsûc girtî ye. Bila wî berdin.”
Piştgirî didomin
Serdenên piştevaniya ji bo malbatê didomin. Hunermend Nûrcan Degîrmencî û muzîkjenên pê re ku ji bo mitînga 8ê Adarê li Rihayê ne serdana malbatê kirine û diyar kirine ku ew piştgirtiyê didin malbatê û ew 8ê Adara îsal diyarî dayika Emîne dikin.
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîrana 2018an de di dema xebatên hilbijartinê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Rihayê yê AKPê de êrişa çekdarî pêkhatibû. Di encama êrişê de Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.
Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê de bavê wî û herdu birayên wî candabûn û bi xwe jî brîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû.
(EMK/AY)