Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Di dadgehkirina rojnameger Ahmet Kanbalî de dadgehê biryara xwe aşkere kiriye. Korgeneral Mûsa Çîtîlê ku ji ber kuştina 13 kesên li Dêrika Mêrdînê dihate dadgehkirin lê beraet kiribû û operasyona Sûrê birêve biribû û paşê jî payeya wî bilind kiribûn, giliyê Ahmet Kanbalî kiribû.
Dadgehkirina Kanbalî li Dadgeha Cezayê Giran a 3yan a Aydinê pêk hat. Dozgerî bi tohmeta ku “kesên di têkoşîna dijterorê de kar dikin, kiriye hedef” xwestiye ku Kanbal bi sal û 3 meh cezayê girtîgehê wera cezakirin. Dadgehê ev daxwaz qebûl kiriye û Kanbal bi sal û 3 meh cezayê girtîgehê ceza kiriye.
Dadgehê ji ber tawana ku “heqaret li wezîfedarê dewletê kiriye” biryara beraetê daye. Bi pirtengî jî cezayê hatiye birîn, taloq nekiriye.
Li gorî Zanyariyên Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA) ragihandine, dadgehkirin duh pêk hatiye û Ahmet Kanbal, tevlî parêzerê xwe Erdal Kûzûyî bi rêya Sîstema Deng û Dîmenan (SEGBIS) ji Mêrdînê beşdarî dadgehkirinê bûne. Gilîkar Mûsa Çîtîl beşdar nebûye.
Dozgerî nêrîna xwe ya danişîna beriya niha aşkere kiribû diyar kiriye û gotiye ku bi tohmeta “kesên di têkoşîna dijterorê de kar dikin, kiriye hedef” bila Kanbal were cezakirin.
Kanbalî li dijî vê nêrînî paraznameya xwe pêşkêş kiriye û gotiye ku wê nûçeya hempîşeyê xwe ragihandiye û weke rojnamegerekî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî weşandiye.
Kanbalî diyar kiriye ku bi gilîkirina Çîtîlî re li Amedê bi heman tohmetê doz li heft rojnamegerên din vebûye û him dadgeha herêmî him jî dadgeha îstînafê biryara beraetê daye. Kanbalî wiha dewam kiriye: “Di vê dozê de mafê min ê azadiya xweîfadekirinê û karên min ên rojnamegeriyê tên dadgehkirin. Di parvekirinan de sûc nebû. Ez dixwazim beraet bikim.”
Heyeta dadgehê piştî navberekî bi pirdengî biryar daye ku Kanbal bi sal û sê meh cezayê girtîgehê were cezakirin. (HA/FD)