Fotograf: Evrim Kepenek / bianet
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Kuir Feminîst beriya “Hevdîtina Jinan a Mezin” a wê 6ê Adarê li Stenbolê pêk were, dê bicivin. Civîna Kuir Feminîstan wê 3yê Adarê roja Pêncşemê, saet 19:00ê li Kadikoy, Mor Mekanê bi sernavê “Lûbûnyayên feminîst dicivin” pêk were.
Daxuyaniya civînê wiha ye:
“Feminîst her sal di 8ê Adarê de li kolanan in. Em jî ji wan feminîstan in. Em ê îsal jî li qadan bin. Lewre em dibêjin ku beşdarbûna Hevdîtina Jinan a Mezin a bi kortej, wê nîşaneyeke girîng be.
“Em dixwazin tecrûbeya korteja trans+an ya par pêk hatiye bibîr bînin û em vê tecrûbeyê bidomînin û bikin weke kevneşopiyekê. Em bang li hemû femînîstên li dijî transfobiyê ne dikin û dibêjin werin em bikin ku bêhtir bên dîtin, piştevaniya hev bikin, milê xwe bidin hev û vê kortejê birêxistin bikin.”
“Hevdîtina Jinan a Mezin” a Platforma Jinan a 8ê Adarê li dar dixe wê 6ê Adarê saet 13.30 deqîqeyan li Kadikoy Rixtimê pêk were."
(EMK/FD)