Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Hevjînê Emîne Şenyaşarê û du kurê wê ji aliye xizmên Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamentere Rihayê yê AKPê ve hatibûn kuştin. Emîne Şenyaşar û kurê wê yê bi navê Ferît Şenyaşar ku ji êrişê bi brîndarî filitîbû, bi daxwaza dadkirina berpirsiyaran nobeta “edaletê” dabûn destpêkirin.
Bixwîne-Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar hatine desteserkirin
Bixwîne-Emîne Şenyaşar hatiye desteserkirin
Di dema êrişa li dijî malbatê de Fadil Şenyaşarê ku birîndar bûbû hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû. Malbatê îro ji bo ku balê bikişîne ser dosyeya wî li pêş Dadgeha Îstinafê ya Dîlokê dest bi Nobeta Edaletê kiriye.
Têbinî: Di danişîna 2ê Nîsana 2021an de ku doz li Meletiyê pêk hatibû dadgehê 37 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li Fadil Şenyaşarî birîbû.
Bixwîne- Malbata Şenyaşar carekî din banga “bêdeng nemînin” kiriye
Bixwîne- Malbata Şenyaşar: Bila zilm bi dawî bibe
Malbata Şenyaşar, di saetên sibehê de hatine ber avahiya dadgehê û pankarta "2 zarok û hevjînê min li nexweşxaneyê kuştin! Kesek jî girtî tuneye. Bi fermana serdestan kurekî min 4 sal in di hucreya yekkesî de girtî ye. Ji bo kurê xwe bi lezgînî tehliyê dixwazim! #JiMalbataŞenyaşarReEdalet ji bo herkesî edalet! (#ŞenyaşarAilesineAdalet Herkes için adalet!)” vekiriye. Parêzerê malbatê Bulent Dûranî jî piştgirî daye malbatê.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê di daxuyaniyê de Ferît Şenyaşarî axivîye û gotiye: "Êriş li kargeha me hat kirin. Li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê 3 mirovên me b hovîtî hatin kuştin. Ji ber ku yê kuşt parlamenterê desthilatê ye daraz pêk nehat. Komkujî ne bes bû birayê (Fadil Şenyaşar) me jî 4 sal in di hucreya yekkesî de girtî ye. Biryar niha li Dadgeha Îstînafê ye. Bi dayika xwe re em ê îro nobeda xwe li vir bidomînin. Em ê daxwaz bikin ku bi heyeta ku li biryarê binêre re hevdîtin bikin. Em ê neheqiya ku hatiye kirin vebêjin. Heta ku edalet pêk bê em ê têkoşîna xwe bidomînin."
Piştî daxuyaniyê malbat ji bo ku daxwaznameya îtîrazê ya ji bo berdana Fadil Şenyaşarî bide Serokatiya Daîreya Cezaya Îstinafa Duyemîn a Herêma Dîlokê bi Parêzer Bulent Dûran re derbasî avahiya Dadgeha Edliyeya Herêmê û Îdareyê ya Dîlokê bûne.
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîrana 2018an de di dema xebatên hilbijartinê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Rihayê yê AKPê de êrişa çekdarî pêkhatibû. Di encama êrişê de Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.
Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê de bavê wî û herdu birayên wî candabûn û bi xwe jî brîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû. (EMK/AY)