Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Gungor Arslan, rêvebirê karên nivîsan û xwediyê rojnameya Ses Kocaeliyê di ofîsa xwe de di encama êrişa çekdarî de hatibû kuştin. Têkildarî kuştina wî 5 kesên din hatine girtin. Hejmara kesên girtî derketiye 7an.
Di çarçoveya lêpirsînê de Ramazan O. û Bûrhan P. duh(24ê Sibatê) hatibûn girtin. Her weha duh gumanbar jî bi şertê kontrola edlî serbest bûbûn.
Polîs lêpirsîna têkildarî bûyerê didomîne.
Bixwîne- Têkildarî kuştina rojnameger Gungor Arslanî 2 kes hatine girtin
Çi bûbû?
Gungor Arslanê 60 salî, rêvebirê karên nivîsan û xwediyê rojnameya Ses Kocaeliyê di 19ê Sibatê de li ofîsa xwe ku li Kolana Mûzaffer Fîdan Taxa Cedîta navçeya Îzmîtê ye di encama êrişa çekdarî de hatibû kuştin.
Gungor Arslan di nivîsa xwe ya dawî de ku di 18ê Sibatê de weşiyabû Tahîr Buyukakin, Şaredarê Bajarê Mezin ê Kocaelîyê rexne kiribû.(TP/AY)