Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgehkirina ji ber Doza Geziyê li Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya 13an pêk hat. Li gel Osman Kavalayê girtî, Mucella Yapici, Çîgdem Mater Ûtkû, Mîne Ozerden, Can Atalay, Tayfûn Kahraman û Yîgît Aksakoglû di dozê de tên dadgehkirin.
Doza Geziyê beriya niha bi doza çArşiyê re kiribûn yek û 52 bersûcên herdu dozan hebûn. Îro li gel Mucella Yapici, Can Atalay, Tayfûn Kahraman û Çîgdem Mater, her weha hin bersûcên doza çArşiyê û parêzeên wan beşdarî danişîna îro bûn.
Danişîn bi axaftina Çîgdem Materê dest pê kir. Materê diyar kir ku ew bi tohmeta jinavbirina hikûmetê cara duyem e tên dadgehkirin.
Materê diyar kir ku ew li Sîlîvriyê bi dehan caran derketin pêşberî heyeta dadgehê, wan beraet kir. Çîgdem Materê got ku wê di îdianameyê de ti delîl netîtine û ew bi girtina fîlman hatiye tohmetkirin.
Dozgerî xwest ku dosye ji hev veqetin
Bi axavtina Çîgdem Materê re ji bersûcên doza Geziyê yên paraznameyên xwe pêşkêş nekirine, neman.
Edîp Şahîner, dozgerî danişînê xwest ku dosyeya Geziyê û ya çArşiyê ji hev veqete.
Piştî vê daxwaza dozgerî, parêzerê Osman Kavalayî, Denîz Tolga Aytore axivî.
Aytoreyî diyar kir ku Kavala ji 9ê Adara 2020ê û vir ve bi tohmeta sîxurtiya leşkerî girtiye: “Ji bo ev tawan pêk were, li gorî naveroka tawanê divê belgeyên nepen li holê hebin. Lê di îdianameyê de ev tişt nîne. Em nizanim ku bi çi tên dadgehkirin.
Dadgehkirin li vir nabe, li civînên koman, li kursiyan dibe. Ji ber wê em dixwazin hûn dest ji vî karî berdin.
Dadgehkirin wê 21ê Adarê dewam bike
Piştî axavtinan, dozger Edîp Şahînerî got ku ji bo nêrîna xwe ya derbarê bersûcên doza Geziyê de diyar bike, bila dosyayê bidin dozgeriyê û Osman Kavala tehliyenebe.
Heyeta dadgehê jî li gorî daxwaza dozgerî tevgeriya û Osman Kavala tehliye nekir. Dosyeya Geziyê û ya çArşiyê ji hev veqetand. Dadgehkirin wê 21ê Adarê saet di 10.00ê de dewam bike.
Doza Geziyê û ya çArşiyê, par kiribûn yek.
Dadwer Kurşad Bektaş, yek ji endamê lijneya dadgehê, ji ber Osman Kavala tehliye nekir, li dijî biryara heyetê derket. (HA/FD)