Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Nivîskar Asli Erdogan, endama Lijneya Şêwirmendiya Weşanê ya Ozgur Gundemê bi tohmeta ku “propagandya rêxistinê kiriye” ji nû ve dihat dadgeh kirin. Erdoganê di wê dozê de beraet kiriye.
Asli Erdogan tevlî doza ku duh li 23emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Stenbolê pêk hatiye nebûye lê parêzerên wê li wir amade bûne. Serokê dadgehê tene destûra tevlêbûna dayîka Erdogan daye û bi hinceta pandemiyê destûr nedaye ku ji çapemeniyê an jî tu kesên din beşdar be.
Heyeta dadgehê di rûniştina berê de biryara şandina URLyên nivîsên Erdogan ku li ser înternetê weşandiye ji Buroya Sucên Sîberî re dabû û ji wan agahî xwastibû. Li ser bersiva Şaxa Sûcên Sîberî de ku netespît kirina wan nivîsan hebû, dadgehê biryara dawiyê da.
Dadgehê di biryarê de gotiye ku di îdiayên li Erdogan barkirinin de sûc nehatiye dîtin û beraeta wê daye.
Çi bûbû?
8em Dadgeha Aştî û Cezayî ya Stenbolê di 16ê Tebaxa 2016an de rojnameya Ozgur Gundemê bi tohmeta ku “propagandaya rêxistinê dike” girtibû. Di biryarê de digel ku gotibû biryara girtinê “demkî ye” lê nehatibû diyarkirin bê ka wê heta kengî girtî bimîne.
Piştî girtina rojnameyê bi demeke kurd, polîsên tîmên taybet, girtibûn ser avahiya rojnameyê ya li Beyoglûyê. Polîsan li nasnameyên hin xebatkaran nêrîbû û ew serbest kiribûn lê 22 kes desteser kiribûn.
Rojnameger û medyakar sê rojan desteserkirî mabûn û bi îdiaya ku “heqaret li karmendên dewletê kirine” û “li ber karkirina karmendên dewletê bûne asteng” îdianame ji bo wan hatibû amadekirin.
Dadgehkirinê di 9ê Sibata 2018an de destpê kiribû. Rojnamegeran gotibû 7 saetan destên wan li paş wan kelemçekirî hatine rawestandin, dijûnên nîjadperest ji wan re gotine, gefa tecawizê li rojnamegerên jin xwarine. Di her danişînê de parêzeran daxwaza telefonên rojnamegeran kiribûn ku polîsan dest danîbûn ser wan. Dadgehê ji Midûriyeta Emniyetê ya Beyoglûyê û Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê re nivîs şandibûn lê nehatibû zanîn bê ka telefon li ku ne. (HA/BY/AY)
*Bahar Yildirimê ev nûçe ji tirkî wergerandiye