Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Derhêner Selamo (Abdulselam Kilgi), duh bi şev li Îzmîrê hatiye desteserkirin. Selamo ji Almanyayê hatiye da ku biçe Mêrdînê û li Balafirxaneya Îzmîrê polîsan ew desteser kiriye.
Piştî desteserkirinê, ew birine Midûriyeta Emniyetê ya Îzmîrê û niha li Beşa Dijterorê tê girtin.
Parêzerên Selamoyî diyarkirin ku Dadweriya Aştî û Cezayan a 7an a Stenbolê di meha Kanûna Paşiyê de biryara zeftkirina Selamoyî daye.
*Meşê
Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê piştî desteserkirina Selamoyî biryar daye ku çar rojan desteserkirî bimîne û naveroka dosyeya wî neyê aşkerekirin.
Dadweriyê ji parêzeran re gotiye Selamo bi tohmeta “endamtiya rêxistinê” hatiye desteserkirin.
Derbarê Selamoyî de
Selamo derhêner, lîstikvan û helbestvan e. Ew yek ji senarîstên fîlmê “Meş”ê ye û di heman fîlmî de lîstiye. Fîlmê "Meş" li 48em Festîvala Fîlman a Antalyayê, di çar beşan de xelat wergirtibû. Her weha di fîlmê “Asasız Musa” (Mûsayê bêgopal) de lîstiye. Ji bo fîlmê xwe yê nû yê metrajdirêj wê dest bi xebatê bikira ku derbarê rojnamegerên kurdan de bû. (FD)