Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Qoserê, navçeya Mêrdînê bi hezaran kes kom bûne û zêdebûna bihayê elektrîkê protesto kirine.
Girse li Qada Azadiyê ya Qoserê kom bûye û li vir kaxizên ku li ser wan gotinên protestokirinê hatina nivîsandin bilind kirine.
Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, her weha hin welatiyan fatoreyên elektrîkê li qadê şewitandine.
Xelkê Qoserê fatûreyên ceyranê û zemên tên kirin protesto kir
— Bilal Güldem (@BilalGuldem) February 6, 2022
Qada Azadiyê
Qoser/Mêrdîn pic.twitter.com/mEcnFMsEjK
Girseyê di dema çalakiyê de sloganên “Tayyîp îstîfa”, “Dewlet îstîfa”, “DEDAŞ îstîfa”, “Bimre DEDAŞ” berz kiriye û çalakvanan xwestiye ku bihayê elektrîkê û yên din kêm bibin.
Çalakvan paşê ber bi avahiya Dîcle Elektrîkê ve meşiyane. Lê polîsan destûr nedaye wan û wan jî berê xwe daye Kolana Nexweşxaneyê.
Girseyê Kolana Mûsa Anterî, Kolana Kilîseyê û Kolana Nexweşxaneyê ji çûn û hatinê re girtiye û ber bi Rêya Hevrişîmê ve meşiyane.
Li vir polîsan bi ava şidiyayî û gaza rondikrêj midaxele li wan kiriye û çalakvan ber bi nav mexelan ve çûne. Çalakiya xwe li wir dewam kiriye. Li gorî zanyariyan komek çalakvan hatine desteserkirin.
Li Şemrexê, navçeyeke din a Mêrdînê jî ji bo heman tiştî xwenîşandanek pêk hatiye. Girse li Qada Şemrexê kom bûye û zêdebûna bihayê elektrîkê protesto kiriye.
Li gorî amarên Yekîtiya Odeyên Mîmar û Muhendîsan li Tirkiyeyê maleke ji 4 kesan pêk tê, kêmanî 230 kWhê xerc dikin. Di meha Kanûna Pêşiyê ya 2021ê de malbateke ji 4 kesan pêk tê kêmanî 210,58 TL heqê elektrîkê daye. Di meha Kanûna Paşiyê ya 2022yê de bihayê elektrîkê ji sedî 76 zêde bûye û heman malbatê 370,80 TL heqê elektrîkê daye. (RT/FD)