Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, ji ber ku digel biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) Osman Kavala nehatiye tehliyekirin, ji bo Tirkeyeyê ‘pêvajoya binpêkirinan” daye destpêkirin.
Komîteyê îro civîna xwe pêk aniye û bi pirdengî biryar daye ku bila DMME dosyayê nîqaş bike.
Li gorî vê biryarê wê DMME biryarê bide bê ka Tirkiyeyê Peymana Mafên Mirovan a Tirkiyeyê binpê kiriye yan na û biryar bicih aniye yan na.
Ger DMME biryarê bide ku Tirkiye maf binpê kirine, wê Komîteya Wezîran biryarê bide bê ka Tirkiye bi çi were cezakirin.
Azerbeycan tekane mînak e
Komîteya Wezîran heta niha bi tenê ji bo Azerbeycanê biryareke bi vî rengê daye. Nivîskar Ilgar Mammadovê ku nivîsan li dijî rêveberiya Azerbeycanê dinivîsîne, serî li Komîteyê dabû. Komîteyê li dijî Azerbeycanê biryar dabû.
Mammadov di Tebaxa 2018ê de bi merc serbest bûbû. Dadgeha Bilind a Azerbeycanê di Adara 2019ê de cezayê Mammadovî kêm kiribû û piştî wê, Mammadov serbest bûbû.
Piştî vê encamê pêvajoya cezakirina Azerbeycanê sekinîbû.
Çi bûbû?
Osman Kavalayî di 8ê Hezîrana 2018an de bi rêya parêzerên xwe serî li DMMEyê dabû û gotibû biryara girtina wî ya demkî li dijî Xala 5em a PMMEyê ye ku derbarê mafê jiyan û azadiyê de ye. Kavalayî her weha diyar kiribû ku biryara girtina wî ji ber sedemên siyasî ne.
Di Doza Geziyê de ji bilî Osman Kavala, Serokê, Lijneya Rêveber a Anadolu Kulturê 15 kesên din tên dadgehkirin. Tenê Kavala girtî ye. Dadgehkirinê di 24ê Hezîrana 2019an de destpê kiribû. Kavala di vê dozê de beraet kiribû lê piştî wê dozeke din bi tohmeta ku "sîxurtiya leşkeri yan jî siyasî kiriye" careke din hatibû girtin. Hîna li Girtîgeha Sîlîvriyê tê girtin.
Derbarê Osman Kavalayî de
Di sala 1957an de li Parîsê ji dayik bûye. Beşa Ekonomiyê ya Zanîngeha Manchesterê qedandiye. Di sala 1982ê de weke rêveber li Kavala Grûbê dest bi kar kiriye.
Tevlî Mûrat Belgeyî Weşanxaneya Îletîşîmê ava kiriye ku yek ji weşanxaneyên sereke yên Tirkiyeyê ye.
Weke endam din ava Konseya Karî ya Tirk-Polonan de, Konseya Karî ya Tirk-Yewnanan, Center For Democracy in Southeast Europe (Navenda Demokrasiyê ya li Rojhilatê Başurê Ewropayê) û hin dezgehên karî û civakî sivîl de kar kiriye.
Endamê Lijneya Rêveber ê TESEVê, endamê Lijneya Şêweber ê Enstîtuya Civaka Vekirî, endamê Komeleya Welatiyan a Helsînkiyê, piştevanê Tarih Vakfi û Diyarbakir Kultereviyê ye. (HA/FD)