Fotograf: Ji hesabê medya civakî yê Gencerî hatiye girtin
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Onûr Gencer di 17ê Hezîrana 2021an de bi çekan êrişî Avahiya Bajarê Îzmîrê ya Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) kiribû û Denîz Poyraz qetilkiribû. Gencerî bi rêya parêzerê xwe ji bo ku cihê dadgehkirina wî were guhertin serî li Serokatiya Ragihandinê ya Serokomarî(CIMER) daye.
Onûr Gencer, bi sedema “ewlekariyê” serî li CIMERê daye û xwestiye dadgehkirina wî li Qeyseriyê bidome. Li ser daxwaza Gencerî CIMERê Wezareta Dadê seferber kiriye.
Bixwîne- Doza Kuştina Denîz Poyrazê| Dadgehkirin wê 29ê Nîsanê dewam bike
Bixwîne-Parêzer Aslan: Di kuştina Denîz Poyrazê de Gencer bi tena serê xwe nebûye
Bixwîne-Parêzerên doza Denîz Poyrazê: Kujer 27 caran li Rêvebiriya Polîsan geriya ye
Wezareta Dadê ji Serdozgeriya Komarî ya Îzmîrê re nivîs şandiye. Hatiye xwestin ku nêrînên bi sedem jî di nav de fikrên Serdozgeriya Komarî ya Îzmîrê û Walîtiya Îzmîrê yên têkildarî "qelsiyên ewlehiyê" hene yan na, ji Wezareta Dadê re bê şandin. Her weha hatiye zanîn ku heta niha serdozgeriyê û walîtiyê ti ahagî ji Wezareta Dadê re neşandine.(RT/AY)