Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wekîla Serokê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaşê li Parlamentoyê civîneke çapemeniyê pêk aniye.
Daniş Beştaşê di civîna xwe de behsa astengkirina muzîka kurdî ya li Kolana Îstîklalê, ya li Stenbolê kiriye. Beştaşê wiha gotiye:
“Li Taksîmê komeke ku bi kurdî distira hatiye astengkirin. Polîsek dibêje, ez ji van deran tev berpirsiyar im. Pişta xwe dide kê, dide yê li Qesrê. Sîstema qedexekirinê ji Qesrê destpê dike. Ji wan heye her tiştên ku naxwazin qedexe bikin, wê bikaribin rêveberiya li gor dilê xwe li wî welatî dewam bikin.
"Ev encama dijminatiya li dijî zimanê kurdî, li dijî muzîka kurdî ye. Polîsên ku tundkariya li ser jinan asteng nakin, ji ber ku bi kurdî stran strane, komekê asteng dikin, qedexe dikin. Hûn nikarin yek van zimanên qedîm qedexe bikin. Hûn nikarin zimanê kurdî qedexe bikin.”
Daniş Beştaşê di dawiya civînê de beşek ji wê stranê straye ku polîsan nehiştina koma muzîkê wan bistirê û wiha gotiye:
“Zimanê me hebûna me ye. Zimanê me pêşeroja me ye. Em ê her tim zimanê dayikê biparêzin.” (HA/FD)