Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komîsyona LGBTİ+ ku serbi Komeleya Mafên Miron ya Şaxa Stenbolê ye bi armanca li hember derketina her cûre zayendperestîyê, homofobiyê, transfobiyê û bîfobiyê û ji bo rê li ber gotinên ku jinan û LGBTİ+an tune dihesibînin bigirin ava bûye.
Di dixuyaniya çapemeniyê de li Komeleya Mafên Mirovan ya Şaxê Stenbolê darxistibûn de ji bo Komîsyonê wiha agahî dane:
“Ev nêzî 40 salan e li ser vê axê têkoşîna LGBTİ+an didome. Di vê pêvajoyê de komeleyên vebûn û hatin girtin, komên biçûk yên pişgirîyê û hin forûman di vê tekoşînê de bûn gavên bingehîn.”
“Di welatê me de her çawa dibe, çi di rojevê de be vedigere ser nefreta li hember LGBTİ+an. Serê her diromê mêrên ku sator di deste wan de me wek “jirêketîyan” bi ziman dikin. Bi taybet bi banga cîhadê li hember LGBTİ+an ya Dîyanetê ku bi “Xutbeya Nefretê” destpê kiriye û bi bandora çapemeniya alîgir bûye rapêçek mezin a tundkariyê. Ev pêvajoyan li hevdu bandor kirin e û di encamê de saziyên dewletê jî bûne hevparên vê sucî. Hetta kesê ku herî desthilatdar e (serokomar) daxûyanî daye û kesên LGBTİ+an wek hedef nişan daye û ew terorîst îlan kiriye.
Her weha komeleyê destnîşan kiriye ku kesên rastî tacîz û mobînga laşî an jî dijîtal û binpêkirêna her cûre mafan hatine dikarin serî li komîsyonê bidin.
(AO/BY/AY)
*Bahar Yildirimê ev nûçe ji tirkî wergerandiye