Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Mehmet Hanefî Bîlgîn(58) ku 30 sal in di girtîgehê de bû, miriye. Her weha 5 meh mabû Bîlgînî tehliye biba.
Bîlgînî di Girtîgeha Tîpa F ya Bolûyê de girtî bû. Rêvebiriya girtîgehê li malbata wî geriyeya û gotine, “Dilê Mehmet Hanifî Bîlgîn sekiniye.”
Cinazeya Bîlgînî ji bo Saziya Tipa Edlî ya Enqereyê(ATK) hatiye şandin. Malbata Bîlgînî ji bo ku cinazeyê bigirin çûne pêş ATKyê. Her weha Rexistina Bajarê Enqereyê ya Partiya Demokratîk a Gelan(HDP), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê(OHD) û parlamenter ji bo girtina cinazeyê li pêş ATKyê ne.
Bixwîne-"Ji 2020an heta niha herî hindik 59 girtiyên nexweş mirine"
Veysel Bîlgîn, birayê Mehmet Hanifî Bilgînî bi Ajansa Mezopotamyayê re axiviye û diyar kiriye ku birayê wî ji sala 1992an û vir ve girtî ye û 3 sal berê jî dile birayê wî sekiniye û wiha gotiye: “Em ji bo dermankirinê li benda berdana wî bûn. 3 hefte bûn dayika min pê re diaxivî, wê di 27ê Hezîranê de bihata berdan.”
Bîlgînî destnîşan kiriye ku ji ber ku cezayê birayê wî ketibû bin salekê wan ji bo ji şertê kontrola edlî sûdê bigire an jî sewqî girtîgehên navçeya bibe serlêdan kiribû, lê serlêdana wî hatibû redkirin û wiha berdewam kiriye: “Ji bilî wî ji ber ez wasiyê wî bûm min jî serî lê da. Me xwest sewqî girtîgehên navçeyê bibe lê hat redkirin. Em li bendê bûn ku 5 mehên din were berdan. Em gelek xemgîn in, em li benda berdana wî bûn lê agahiya mirina wî hat. Em niha li benda encama ATKê ne pişt re em ê cenazeyê birayê xwe bibin Çewligê û li wir binax bikin.”
HDP: Di sê mehan de 8 girtî mirin e
Cîgirê Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ji Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê Berpirsyar Umît Dede, têkildarî Mehmet Hanîfî Bîlgîn ê li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê miriye daxuyaniyeke nivîskî weşandiye. Dede, bi bîr xistiye ku bi mirina Bîlgîn ê 30 sal in di girtîgehê de ye hejmara girtiyên di nava 3 mehan de mirine gihiştiye 8an.
Herî kêm 59 girtiyên nexweş mirine
Komîsyona Girtîgehan a IHDyê duh(14ê Kanûna Pêşiyê) daxuyanî dabû û gotibû, “Li girtîgehên Tirkiyeyê 1605 girtiyên nexweş hene ji wan rewşa 604 girtiyan giran e.”
Her weha ji sala 2020an heta niha herî hindik 59 girtiyên nexweş mirine.(RT/AY)