Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li peravên Tûnûsê keleka ku 70 penaberan têde bûye noqî avê bûye. Ji penaberên ku di kelekê de bûne jê 34 kes hatine rizgarkirin, 6 mirine.
Li gorî Ajansa fermî ya Tûnûsê, Wezerata Parastinê daxûyaniyek daye û tê de diyar kiriye ku piştî agahî ji wan re hatiye li nêzî bajarê Zersîzê kelekek noqî avê bûye, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê hatiye destpêkirin.
Di daxûyaniyê de hatiye gotin ku xebatên rizgarkirinê ji aliyê binavgerên ser bi Hêzên Deryayî ve tê birêvebirin. Her weha diyar bûye ku penaberên di kelekê de bûne welatiyên Afrîkayê ne. Xebatên lêgerîna ji bo 30 kesên wenda ne didome.
8 kelek hatine astengkirin
Wezerata Parastinê ya Tûnûsê ragihandiye ku wan di nav 48 saetên dawî de 8 kelekên ku amade bibûn ji bajarê Sfaxê derkeve rê asteng kirine û 130 kes desteserkirin e.
Li gorî Dezgeha Penaberan a Netweyeyên Yekbûyî, sala berê 60 hezar kes bi rêya avê gihiştine Îtalyayê û nêzî hezar û 200 kes ji wan an mirine an jî wenda ne.(TP/BY/AY)
*Bahar Yildirimê ev nûçe ji tirkî wergerandiye