Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) îstatîstîkên xwe yên sala 2021ê aşkere kiriye. Li gorî daneyên DMMEyê, herî zêde ji Rûsyayê serîlêdan çêbûne û piştî wê jî Tirkiye tê.
Di sala 2021ê de 44 hezar û 250 kesî serî li dadgehê daye. Di sala 2020ê de ev hejmar 41 hezar û 700 bû. Yanî li gorî sala 2020ê hejmara serlêdanan ji sedî 6 zêde bûye. Serokê DMMEyê, Robert Spanoyî diyar kiriye ku ji ber hejmara serlêdanên ji Polonya, Rûsya, Tirkiye û Yewnanistanê dibin, zêde bûye, ve encam derketiye holê.
Dadgehê 32 hezar û 961 serlêdan jî yan nepejirandiye yan jî qebûl nekiriye. Li gorî daneyan DMMEyê îsal 3 hezar û 131 biryar aşkere kirine. Lê hinek dosye kirine yek û li gorî vê encamê jî hejmara biryarên ku hatine aşkerekirin hezar û 901 e.
Di dawiya sala 2020ê de 62 hezar dosye li ber destê DMMEyê bû. Ev hejmar di sala 2021ê de ji sedî 13 zêde bûye û 70 hezar derbas kiriye. Ji sedî 70yî wan ji Rûsya, Tirkiye, Ûkrayna û Romanyayê ne.
24 hezar dosye li ber destê dadgehê ne ku divê beriya yên din werin lêkolînkirin. DMMEyê diyar kiriye ku ev jî ji ber şert û mercên girtîgehên li Ûkrayna û Romanyayê û biryarên girtinê yên bêhiqûqî yên li Tirkiyeyê wiha ye.
Ji sedî 24,2 (17 hezar) dosyayên li ber destê dadgehê ne ji Rûsyayê, ji sedî 21,7 (15 hezar û 250) ji Tirkiyeyê, ji sedî 16,2 (11 hezar û 350) ji Ûkraynayê, ji sedî 8,1 (5 hezar û 700) jî ji Romanyayê çûne DMMEyê. 3 hezar û 646 dosya jî ji Îtalyayê çûne.
Di sala 2021ê de li dijî Rûsyayê 232 biryar, li dijî Ûkraynayê 197 biryar, li dijî Romanyayê 95 biryar, li dijî Tirkiyeyê jî 78 biryar dane.
Rewşa Tirkiyeyê
Li gorî daneyan heta dawiya sala 2021ê, ji Tirkiyeyê 15 hezar û 251 kesan serî li DMMEyê daye. Beşek zêde ji van dosyayan, ji ber binpêkirinên mafan ên piştî Rewşa Awarte ne. Bi Rewşa Awarte re nêzîkî 11 hezar kesan ji Tirkiyeyê serî lê dane. Beşeke mezin ji van serlêdanan, ji ber desteserkirina bêyî delîlên mantiqî, girtina demeke dirêj û mafê dadgehkirina adil e.
Weke salên derbasbûyî di sala 2021ê de jî, di warê azadiya xweîfadekirinê de li DMMeyê welatê herî zêde hatiye cezakirin, Tirkiye ye.
DMMEyê par di 31 serlêdanan de Tirkiye ji ber azadiya xweîfadikirinê binpê kiriye hatiye cezakirin.
DMMEyê di sala 2021ê de derbarê Tirkiyeyê de 78 biryar aşkere kiriye. 76 jê, li dijî Tirkiyeyê bûn.
Ji bo tevahiya raporê, bitikîne
(HA/FD)