Nûçe û Fotograf: JinNews
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Fatma Kûrtûlan, Parlamentera Sêrtê ya Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) û Endama Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê destnîşan kiriye û gotiye ku divê demildest Aysel Tûglûk were tehliyekirin.
Nexweşiya Tûglûkê li ser giran bûye
Fatma Kûrtûlanê diyar kiriye ku wê du heftê berê serdana Aysel Tûglûkê kiriye û rewşa wê baş nebûye. Her weha Kûrtûlanê destnîşan kiriye ku Tûglûkê di dema axaftinê de zehmetî kişandiye û pir giran fikiriye û axiviye. Fatmayê weha gotiye: “Min guherîn bi Ayselê re zelal dît. Heta li ser tabureyê rûnişt, bi cih bû û dest bi axaftinê kir gelek dem derbas bû. Dîsa heta ahîzeya telefonê girt, heta bir ber guhê xwe û heta ji bo axaftinê xwe amade kir gelek zehmetî kişand. Piştre di dawiya axaftinê de jî heman tişt pêk hatin. Heta rabû, ahîze danî gelek zehmetî kişand. Vê jî nîşan dida ku nexweşiya wê çiqas pêş ketiye.”
“Dermankirina wê tê astengkirin”
Kûrtûlanê weha dirêjî daye bi axavtina xwe:
“Aysel nikare tenê jiyana xwe bidomîne. Îdareya girtîgehê vê baş dizane. Divê Aysel demildest bê tehliyekirin û înfaza wê bê taloqkirin.”
“Divê şertên jiyana wê bê guhertin. Divê hem dermankirina wê baş bê kirin hem jî pêşî li pêşketina nexweşiya wê bê girtin. Divê şert û mercên jiyana wê bên başkirin. An jî şûnde veger tune ye. Niha dikare pêşî li nexweşiya wê bê girtin. Lê ger wisa bidome şûnde veger nabe.”
Çi bûbû?
Aysel Tûglûk di 29ê Kanûna Pêşiyê ya 2016an de dema Alîkara Hevserokê Giştî yê HDPyê bû tevlî 7 siyasetmedarên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) hatibû girtin.
Îdianame ji bo wê hatibû amadekirin ku tê de daxuyaniyên wê yên dabû çapemeniyê û beşdarbûna wê ya li cenazeyan ên di dema ku Hevseroka KCDyê bû, weke delîl hatibûn nîşandan.
17em Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê di 16ê Adara 2018an de 8 sal cezayê girtîgehê li Tûglûkê birîbû. Dadgehê li gorî Qanûna Dijterorê ya hejmar 3713ê cezayê wê bi qasî dua qatan zêde kiribû û ew bi 12 salan ceza kiribû. Her weha li gorî heman biryarê ji 6an 1ê cezayê wê kêm kiribû û di encamê de 10 sal cezayê girtîgehê li Tûglûkê birîbû.
Parêzerên Tûglûkê serî li Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Enqereyê dabûn lê dadgehê daxwaza wan qebûl nekiribû. Parêzeran dosye şandibû Dadgeha Bilind.
Derbarê Aysel Tûglûkê de?
Endama Lijneya Rêveber a Weqfa Lêkolînên Civakî û Hiqûqî û ya Komeleya Mafên Mirovan bû. Yek ji avakarên Komeleya Jinên Welatperwer e.
Endama Avakar a Partiya Civaka Demokratîk (DTP) e û bûye Hevseroka Giştî ya heman partiyê. Di serdama 23yem de (22.07.2007-31.12.2009) weke parlamentera Amedê hatiye hilbijartin. Di navbera salên 2011 û 2015ê jî ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) weke parlamentera Wanê hatiye hilbijartin. Di heman partiyê de Alîkara Hevserokên Giştî bû ku ji Mafên Mirovan û Hiqûqê berpirsiyar bû.(EMK/AY)