Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ji Tirkiyê û hin welatên cîhanê 43 baroyan, sazîyên hiqûqê û mafên mirovan ji Neteweyên Yekbûyî (NY) re nameyek şandiye. Saziyan di nameyê de xwestiye ku NY bila ji bo Aysel Tûglûkê “bi lez û bez midaxeleyê” bike. Aysel Tûglûk bi nexweşiya demansê ketiye. Zanîngeha Kocaeliyê raporek jê re nivîsandiye û gotiye “nikare di girtîgehê de bimîne”. Lê cezayê Tûglûkê bipaş nexistine û ew tehliye nekirine.
Saziyan nameya ji Raportorê Taybet ê Li Dijî Îşkence û Kiryarên Xerab ê NYyê, Raportorê Taybet ê Serbixwebûna Dadger û Parêzeran, Raportorê Taybet ê Rewşa Mafparêzan, Koma Xebatê ya Girtinên Kêfî, Raportorê Taybet ê Tenduristiya Fîzîkî û Derûnî û Raportorê Taybet ê Mafên Kêmnetewan re hatiye şandin. Di nameyê de saziyan bal kişandiye ser rewşa tenduristiya Aysel Tûglûkê.
Hatiye gotin ku piştî nexweşî li Aysel Tûglûkê peyda bûye, rewşa wê xerabtir bûye.
Di nameyê de gotine, “Tevî ku nexweşiya Aysel Tûglûkê giran e, ew di şert û mercên girtigehê yên heyî de û di dema nexweşîya Covid-19ê de li girtîgehê hatiye girtin. Ev jî nîşan dide ku dezgehên fermî li gor hiqûqa navxweyî û standardên navnetewî tevnegeriyane.”
Saziyên navborî di nameyê de ji saziyên peywendîdar û raportorên NY xwestine ji bo mafên Tûglûkê ên tên binpêkirin, ew bi lez û bez midaxeleyê bikin:
“Bila Tûglûka ku bi nexweşiyeke cidî ketiye lê nayê tehliyekirin û girtiyên din ên nexweş di cî de serbest bibin, metirsiyên ji bo bikaranîna mafên tenduristiyê yên girtiyan bila bên vegotin, divê bihêlin ku bi qasî têrê bike xebatkarên tenduristiyê bêyî midaxeleyek li wan bibe karên xwe bikin û di vî karî de azadbin, bila hikûmeta destûrê bide rêxistinên mafparêz û yên sivîl da biçin girtîgehan û kontrola van girtîgehan bikin.”
Saziyên ku navê wan di nameyê de hatiye nivîsandin ev in: |
Baroya Êlih, Çewlig, Dêrsim, Colemêrg, Mêrdîn, Mûş, Riha, Sêrt, Şirnex û Wanê;
|
Çi bûbû?
Aysel Tûglûk di 29ê Kanûna Pêşiyê ya 2016an de dema Alîkara Hevserokê Giştî yê HDPyê bû tevlî 7 siyasetmedarên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) hatibû girtin.
Îdianame ji bo wê hatibû amadekirin ku tê de daxuyaniyên wê yên dabû çapemeniyê û beşdarbûna wê ya li cenazeyan ên di dema ku Hevseroka KCDyê bû, weke delîl hatibûn nîşandan.
17em Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê di 16ê Adara 2018an de 8 sal cezayê girtîgehê li Tûglûkê birîbû. Dadgehê li gorî Qanûna Dijterorê ya hejmar 3713ê cezayê wê bi qasî dua qatan zêde kiribû û ew bi 12 salan ceza kiribû. Her weha li gorî heman biryarê ji 6an 1ê cezayê wê kêm kiribû û di encamê de 10 sal cezayê girtîgehê li Tûglûkê birîbû.
Parêzerên Tûglûkê serî li Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Enqereyê dabûn lê dadgehê daxwaza wan qebûl nekiribû. Parêzeran dosye şandibû Dadgeha Bilind.
Derbarê Aysel Tûglûkê de?
Endama Lijneya Rêveber a Weqfa Lêkolînên Civakî û Hiqûqî û ya Komeleya Mafên Mirovan bû. Yek ji avakarên Komeleya Jinên Welatperwer e.
Endama Avakar a Partiya Civaka Demokratîk (DTP) e û bûye Hevseroka Giştî ya heman partiyê. Di serdama 23yem de (22.07.2007-31.12.2009) weke parlamentera Amedê hatiye hilbijartin. Di navbera salên 2011 û 2015ê jî ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) weke parlamentera Wanê hatiye hilbijartin. Di heman partiyê de Alîkara Hevserokên Giştî bû ku ji Mafên Mirovan û Hiqûqê berpirsiyar bû. (HA/BY/FD)
*Bahar Yildirimê ev nûçe ji tirkî wergerandiye