Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Rojnameger Abdûrrahman Gok di Newroza 2017an de dîmenê kêliya ku Kemal Kûrkût, xwendekarê zanîngehê hat kuştin, girtibû. Gok bi tohmeta ku “endamê rêxistinê ye” û “propagandaya rêxistinê kiriye” tê dadkirin. Di doza wî de pêşkevtineke nû çêbûye.
Danişîna 4emîn a doza Gok li 5emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hatiye lidarxistin. Gok û parêzerê xwe Resûl Tamûr di danişînê de amade bûne.
Danişîna beriya vê di 30ê Îlona 2021an de hatibû lidarxistin û dozger xwestibû du parvekirinên medya civakî yên di doznameyê de cih nagirin ji bo vê yekê derbarê Gokî de gilî kiribû û ev daxwaz ji aliyê dadgehê ve hatibû pejirandin.
Di danişînê de parêzer Resûl Temûr ji bo di îddianameya nû de parastinê bike ji dadgeha dema zêde xwestiye. Dadgehê daxwaza parêzer û Gokî qebûl kiriye û danişîn taloqî 31ê Adarê kiriye.
Di îddianameya nû de çi heye?
Di îddianameya nû ya ku hatiye amadekirin de nûçeyên ku Gok li rojavayê şopandiye hene.
Di wan nûçeyên de fotografên YPGyiyan jî hene. Gok ew fotograf û nûçeyana di nava salên 2017-2019an de li ser Twitter û Instagramê bi 5 parvekirinên cuda weşandiye. Di îddianameyê de ev weke delîlê sûc hatiye nişandan.
Di îddianameyê de di “propagandaya rêxistinê” de ji bo Gok heta 7 sal û nîvan cezayê girtîgehê tê xwestin.(HA/AY)