Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
İmam Taşçier, Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) yê Amedê derbarê reşwa tenduristiya Seyît Narîn, Hevşaredarê Sûra Amedê yê berê de pêşniyarname daye meclîsê. Dile Narînî di 4ê Kanûna Paşiyê de li girtîgeha ku lê girtî ye sekinîbû.
Narîn 5 sal û 5 meh in li Girtîgeha Girtî ya Tîpa Lya Kalkandereya Rîzeyê girtiye. Di 4ê Kanûna Paşiyê de dilê wî disekine û wî dibin Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Rîzeyê. Narînî li beşa nexweşên giran a nexweşxaneyê de tê dermankirin û piştre dîsa wî dibin girtîgehê.
Di pêşniyarnameyê de hatiye gotin ku malbata Narînî ji bo ku sewqa wî ji bo Amedê were çêkirin serîlêdan kirine lêbelê ev daxwaza malbatê nehatiye qebûlkirin.
Xizmên Narînî ji Ajansa Mezopotamyayê re gotine, "Em bi fikar in, eger ew li vir bûya me dikarîbûn yekser ew bidîta, me dikaribû bi hêsanî xwe bigihanda wî. Lê ji me gelek dûr e. Ji bo ku were nêzîkî me em daxwaznameya sewqê dinivîsin lê her carê tê redkirin. Em ji jiyana wî bifikar in."
Bixwîne-Di salekê de ya kêm 59 girtiyên nexweş mirine
Hezar û 605 girtiyên nexweş hene
Li gorî rapora Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li girtîgehên Tirkiyeyê 604 jê giran, hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Li gorî heman raporê ji destpêka sala 2020an û vir ve herî hindik 59 girtiyên nexweş mirine ku 7 ji wan piştî cezayê wan hate taloqkirin bi demeke kurt can dane. (AS/AY)