Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Taxa Amanyûrda Serawa, navçeya Wanê li aliyê sînorê Îranê termên du penaberan ku qerisîne û mirin e hatiye dîtin. Her weha yek ji wan jin bûye û welatiya Afganistanê ye.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê penabera jin li aliye Tirkiyeyê miriye û leşkerên Tirk termê wê birine li aliye sînorê Îranê danîne.
Berê niha jinekê din jî qerisîbû û miribû
Beriya niha jî di 30ê Kanûna Pêşiya 2021an de li navçeya Qelqeliyê ya Wanê cenazeyê penabereka Afgan ku qerisîbû hatibû dîtin. Ev jin ji bo ku her du zarokên wê neqerisin cilê xwe ji xwe kiriye û li wan kiribû. Ew jina penaber ji ber sermayê miribû lê gundiyên herêmê her du zarokên wê rizgar kiribûn.
Li aliyê din di nava du mehên dawî de li ser sînorê Wanê û Îranê 8 kesan ji ber sir û seqemê qirisîne û mirine. 45 roj berê jî termê penaberek ku weke serjêkirî hatibû dîtin.
(TP/AY)