Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Berpirsê Weşanê yê Giştî yê Rojnameya Agosê, Hrant Dink roja 19ê Kanûna Paşiyê, di 15emîn salvegera kuştina xwe de wê were bibîranîn.
Hevalên Hrant ên ku her sal Dinkî bibîr tînin, îsal jî daxuyaniyek weşandiye û goten ew ê 19ê Kanûna Paşiyê roja Çarşemê saet di 15.00ê de li ber Apartmana Sebatê ya li ser Kolana Halaskargaziyê ya Şîşliyê bicivin.
Hevalên Hrantî her weha kesên ku dixwazin beşdarî bernameyê bibin hişyar kirine û xwestine ji bo bikaranîna maskeyan û mesafeyê baldar bin. Bernameya îsal wê bi sernavê “15 Salên Kêm” pêk were. Di dema bernameyê de wê dîsa beşdar li ser balkonê biaxivin.
Ji bo Hrant Dinkî her weha di hefteya 19ê Sibatê de bernameyên cûrbecûr tên lidarxistin. Platforma DurDe wê yekê ji van pêk bîne. Bername 15ê Kanûna Paşiyê roja Şemiyê saet di 16.00ê de be. Elîf Akgul, Emîne Ûçak Erdogan, Garo Paylan, Hîdayet Şefkatlî Tûksal, Hulya Devecî, Ozan Tekîn, Taner Akçam wê di bernameyê de biaxivin. Ji bo bernameyê bitikîne.
Înîsiyatîfa Nor Zartonk jî wê 23yê Kanûna Paşiyê roja Yekşemê saet di 21.00ê di bernameyekê pêk bîne. Bername wê bi rengê vîdeokonferans li dar bikeve û Şebnem Korûr Fîncanci û Canan Coşkûn wê biaxivin. Ji bo bernameyê bitikîne.
Her weha nivîskar û derhêner Umît Kivançî îsal fîlmê xwe yê derbarê Hrant Dinkî de qedandiye. Fîlmê ku bi navê “Bîr Têrê Nake-Fîlmek ji bo Hrant Dinkî” roja 13ê Kanûna Paşiyê li ser malpera Weqfa Hrant Dinkî hatiye weşandin.
(FD)