Fotograf: Odeya ku Alnaîfî tê de hatiye kuştin/Yaşar Ûsta
Ji bo nûçeya tirkî / îngîlîzî bitikîne
Li Bayrampaşaya Stenbolê kesên ku nasnameyên wan nehatiye zanîn bi ser mala ku 8 koçberên welatiyê Sûriyê lê dijîn girtine û koçberê ni navê Naîl Alnaîfê 19 salî di xew de kêr li singê wî xistine û ew kuştine.
Komeke ku ser û çavên wan bi maskeyan girtiye di saet 01.00ê şevê de bi ser mala ciwanên sûriyeyî de girtine.
Koma ku bi ser malê de girtiyê bi dar û beran kesên li malê ne derp dikin û kêrê li singê Alnaîfîyê ku di odeya xwe de di xew de bûye dixin. Hevalên Alnaîfî wî dibin nexweşxaneyê lê ji mirinê nafilit e.
Kesên li mal dimîne ragihandine ku kêsên êrişkirinê niştecêyên kolanê ne û ew wan nas dikin.
Alnaîfê 19 salî saleke li Tirkiyeyê di kargehekî kartona de kar dikir.
Piştî karên dîplomatîk Naîf Alnaîf wê li Sûriyeyê ji aliyê malbata xwe ve were binaxkirin.
Derbarê mijarê de lêpirsîna polîsan didom e.(AEK/AY)