Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Nexweşiya Aysel Tûglûk, parlamentera berê Demans e û Nexweşxaneya Zanîngeha Kocaeliyê rapora “Tenduristiya wê guncaw nîne ku li girtîgehê bimîne” dabû. Li gel vê nehatiye azadkirin û ji bo azad bibe kampanyaya îmzeyan hatiye destpêkirin.
Kampanyaya îmzeyan ya jinan daye destpêkirin ya bi sernava “Ji 1000 jinî ji bo Aysel Tûglûk azad bibe bang” wê heta roja Çarşema 12ê Kanûna Paşiyê bidome.
Jinan di daxuyaniya xwe de weha gotine:
“Aysel Tûglûk ji ber axavtinên xwe yên bi nasnameya xwe ya parlamenteriyê di çarçoveya azadiya derbirîn û ramanê kirî hat darizandin û bi salan e di girtîgehê de ye. Saziyên tenduristiyê yên herêmî yên xwedî raye bi mehan berê nêrînên xwe aşkere kiribû ku ew nikare li girtîgehê bijî. Bi rapora Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê hê jî li girtîgehê tê girtin. Ji ber ku ne mimkune k udi şert û mercên girtîgehê de baş bibe, rewşa tenduristiyê wê her ku diçe xiraptir dibe.”
Jinan destnîşan kirine ku dengên xwe ji bo Tûglûkê berz bikin û gotine, “Em naxwazin ji bo Ayselê dereng bimînin. Em naxwazin hêsra birijîn in. Îro li girtîgehan bi sedan girtî hene ku gelek ji wan nexweşên giran in.”
“Tenê di meha derbas bû de di girtîgehan de 7 girtî mir in. Em ji Aysel Tûglûkê û di şexsê wê de ji bo hemû girtiyên nexweş azadiyê dixwazin berî ku ji bo her tiştî pir dereng be.”
Çi bûbû?
Aysel Tûglûk di 29ê Kanûna Pêşiyê ya 2016an de dema Alîkara Hevserokê Giştî yê HDPyê bû tevlî 7 siyasetmedarên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) hatibû girtin.
Îdianame ji bo wê hatibû amadekirin ku tê de daxuyaniyên wê yên dabû çapemeniyê û beşdarbûna wê ya li cenazeyan ên di dema ku Hevseroka KCDyê bû, weke delîl hatibûn nîşandan.
17em Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê di 16ê Adara 2018an de 8 sal cezayê girtîgehê li Tûglûkê birîbû. Dadgehê li gorî Qanûna Dijterorê ya hejmar 3713ê cezayê wê bi qasî dua qatan zêde kiribû û ew bi 12 salan ceza kiribû. Her weha li gorî heman biryarê ji 6an 1ê cezayê wê kêm kiribû û di encamê de 10 sal cezayê girtîgehê li Tûglûkê birîbû.
Parêzerên Tûglûkê serî li Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Enqereyê dabûn lê dadgehê daxwaza wan qebûl nekiribû. Parêzeran dosye şandibû Dadgeha Bilind.
Derbarê Aysel Tûglûkê de?
Endama Lijneya Rêveber a Weqfa Lêkolînên Civakî û Hiqûqî û ya Komeleya Mafên Mirovan bû. Yek ji avakarên Komeleya Jinên Welatperwer e.
Endama Avakar a Partiya Civaka Demokratîk (DTP) e û bûye Hevseroka Giştî ya heman partiyê. Di serdama 23yem de (22.07.2007-31.12.2009) weke parlamentera Amedê hatiye hilbijartin. Di navbera salên 2011 û 2015ê jî ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) weke parlamentera Wanê hatiye hilbijartin. Di heman partiyê de Alîkara Hevserokên Giştî bû ku ji Mafên Mirovan û Hiqûqê berpirsiyar bû. (RT/AY)