Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Onûr Gencer di 17 Hezîranê de li dijî avahiya Îzmîrê ya Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) êrişa çekdarî pêkanîbû û di êrişê de Denîz Poyraz qetil kiribû. Yekem danişîna doza ku li kujer Onûr Gencerî hatibû vekirin li 6emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê ku li Edlîyeya Bayrakliyê destpê kir.
Diviyabû danişîn di saet 10.00ê sibê de destpê bikira lê ji ber ku hejmara beşdarvanan zêde bû danişîn di salona Konferansê ya 13em Dadgeha Cezayê Giran de destpêkir.
Êrişkar keniya, ragêşî çêbû
Danişînê di saet 12.00an de destpêkir û ji ber testpîtkirina nasnameyan heta 13.30an dirêj bû. Êrîşkar Onûr Gencer ji salona dadgehê hat derxistin. Gencerî di dema derxistina ji salonê de li malbata Poyraz zivirî û keniya. Ji ber vê yekê di salonê ragêşî çêbû.
Di salonê de bertek hat nişandan û gotin, “ We kujer ji bo dadkirinê neaniye vir we ji bo şovê aniye” û piştre demeke dirêj drûşmên “ Wê kujer hesab bidin gel” hat berzkirin.
Piştî rageşiyê parêzeran ji serokê dadgehê re gotin, “Ger ev biryara ji aliye we ve nehatiye dayîn û polîsan bi îradeya xwe bersûc ji vir birine, em ê giliyê wan bikin. Ger biryar we dabe divê ji salonê re bihata gotin.”
Serokê dadgehê jî got, “Ji bo pêdiviya tûvaletê ya bersûc destûr hat xwestin û min jî destûr da.”
Aslan: Li malbatê dinêre û dikene
Piştre parêzer Turkan Aslanê ji serokê dadgehê re got, “Bersûc li malbatê dinêre û dikene, hewl dide tehrîq bike. Ji ber ku kujer e divê wê li xwarê biner e. Divê hûn şiyar bikin.”
Di salonê de kesên çekdar hene
Di vê navberê de çend parêzerên li salonê xwestin 3 mêrên bi kincên polîs û çekan ji salona dadgehê bên derxistin û were qeydkirin.
Dema kesên kincên polîsan li xwe kiribûn ji salonê reviyan, salon dîsa tevlîhev bû. Parêzeran xwestin ku kesên revîne bi şûn ve were anîn û li nasnameyên wan were temaşe kirin û girte bên girtin. Piştî ku derbarê wan polîsan de girte hat girtin, ji salonê hatin derxistin.
Di danişînê de malbata Denîz Poyraz û parêzer amade bûn. Ji 500 parêzerî zêdetir hatin beşdarî dozê bûn. Hin beşdar û parêzeran negirtin eywana danişînê. Hevseroka Giştî ya HDPê Pervîn Bûldan û gelek parlamenter û nûnerên rêxistinên siyasî û rêxistinên sivîl, parlamenterên Parlamentoya Danîmarkayê Lars Aslan Rasmussen, Soren Sondergaard û serokên baroyên 29 bajaran danişînê dişopînin.
Di salona dadgehê de pevçûn çêbû
Dema ji bo danişînê navber hat dayîn, êrişkar Onûr Gencerî ji malbata Denîz Poyrazê re dijûn da û xwe li nav destê cendirmeyan filitand û êrişî malbatê kir. Piştre kesên li salonê êrişî Gencerî kir. Di salona dadgehê de pevçûn çêbû.
Parêzeran bertek nîşan da û got, “Leşker serê kujer mizdidin. Çawa dikare xwe ji destê 20 leşkeran bifilitîne û êrişî malbatê bike.”
Piştî 20 xulekan danişînê dîsa destpêkir. Heyeta dadgehê xwest danişînê biqedîne. Nahît Eren, Serokê Baroya Amedê destnîşan kir ku danişîn bi awayekî nelirê didome.
Dadgehê bere danişîn taloqî 4ê Kanûna Paşiyê kir li ser daxwaza parêzeran carekî din taloqî 24ê heman mehê kir.
Çi bûbû?
Kesekî bi navê Onûr Gencer, di 17ê Hezîranê de bi çekê êrîşî avahiya HDPyê ya Îzmîrê. Di dema êrîşê de xebatkara partiyê, Denîz Poyraz kuştibû.
Gencer piştî êrîşê bi rojekê hatibû girtin. Gencerî di îfadeya xwe de gotibû, “Li hundir kî heba wê ew bikuştana.”
HDPyê di daxuyaniya xwe de gotibû, “wê rojê dê civînek li dar biketa lê ew hatiye taloqkirin.” Raya giştî bertek nîşanî kuştina Poyrazê dabû. Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê AKPyê piştî êrîşê bi du rojan axivîbû. Devlet Bahçelî, Serokê Giştî yê MHPyê Denîz Poyraz tohmet kiribû.
Di îdianameyê de hatiye gotin ku "Ti kesê ku alîkarî daye bersûc, pê dabe kirin, beriya bûyerê, di dema bûyerê an jî piştî bûyerê de nehatiye dîtin û delîlên ku bersûc beriya bûyerê yan jî piştî bûyerê bi ti rêxistineke terorîstî an jî endamekî re têkiliyê deyne, nehatiye dîtin."
Di lêkolîna HTSê de hatiye diyarkirin ku di navbera 17ê Hezîrana 2020an û 17ê Hezîrana 2021an de li Bûlvara Helbestvan Eşrefî, di dîrokên cuda de bi giştî 115 sînyalên aîdî bersûc hatine tespîtkirin.
Di beşa encamê ya îddianameyê de ji bo kujer Onûr Gencerî di sê sûcên cûda de yên weke “kuştina plankirî”, “binpêkirina parêzbendiya cîhê kar” û “zerar dayîna kel û pelên partiyên siyasî ango saziyên pîşeyî” ceza hatiye xwestin.(RT/AY)