Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Desmond Tutuyê ku li Komara Afrîkaya Başûr li dijî rejîma cidakar a nîjadperest (apartheid) têkoşîn kiriye, li paytext Cape Townê can daye. Tutuyê ku di 90 saliya xwe de miriye, Xelata Aştiyê ya Nobelî wergirtibû.
Serokdewlet Cyril Ramaphosa zanyariya mirina Tutuyê ragihandiye gotiye, Serpiskopos Tutuyî "Ji bo Afrîkaya Başûr a hatiye azadkirin mîrate bimîne ji neslên siberojê re alîkarî kiriye."
Tutu mîna Nelson Mandelayî yek ji pêşekên tevgera li Afrîkaya Başûr bû ku li dijî polîtîkayên cidakarî-cidakariya nîjadperest derdiket. Vê tevgerî di navbera salên 1948 û 1991ê de li dijî hikûmeta kêmaran a çermspiyan mafên çermreşan diparast.
Tutuyî ji ber vê têkoşîna xwe ya li dijî rejîma apartheidê birêve biriye, di sala 1984an de Xelata Aştiyê ya Nobelê wergirtibû. (HA/FD)