Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Polîs F.K. ji ber kuştina Alî El Hemdanê sûriyeyê bi 25 sal cezayê girtîgehê hatiye cezakirin.
Dadgehkirina polîsê bi navê F.K. li 9em Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê dewam kiriye. F.K.yê girtî, bi rêya Sîstema Deng û Dîmenan (SEGBIS) beşdarî danişînê bûye.
Parêzerên bersûcî û yên Hemdanî û yên Komeleya Mafên Mirovan û Komeleya Hiqûqnasên Hemden jî di dema dadgehkirinê de li salona dadgehê bûne.
Bixwîne - Dozgerî xwestiye kujerê Alî El Hemdanî cezayê heta hetayê bistîne
Bixwîne - Parêzerê polîsê bersûc: "Miwekilê min roja bûyerê birojî bû"
Di danişînên heta niha de polîsî her digot "Lingê min şemitî û bêyî hemdê xwe min gule berda". Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, dîmenên ku kamerayan tomar kirine û gotinên şahidan van îdiayên polîsî piştrast nekirine. Di wan dîmenên ku di nava dosyeya dadgehê de cih girtine de, berê Hemdanî li polîsî ye û bi paş ve diçe. Polîs F.K. ber bi Hemdanî ve diçe û çeka xwe ji ber xwe derdixe û bera Hemdanî dide.
Dozgeriyê dubare kiriye û xwestiye ku bila F.K. ji ber sûcê "kuştina bi qestî" were cezakirin.
Parêzerê malbata Hemdanî, Ridvan Şahînî behsa dîmenên kamerayê kiriye û diyar kiriye ku ew dîmen gotinên F.K.yî pûç dike û bi zelalî diyar dike ku bê ka bûyer çawa pêk hatiye.
Şahînî gotiye ku Hemdan nereviyaye û behsa navbera Hemdan û bersûcûî de kiriye: "Belasebep mirovek hatiye kuştin. Bi zelalî hatiye dîtin ku mirovek hatiye kuştin. Divê bi cezayê miebeta girankirî were cezakirin."
Polîs F.K.yî gotinên xwe yên berê dubare kiriye û gotiye wî bêhemdê xwe gule bera daye. Her weha parêzerê wî jî gotiye qesta miwekilê wî ne kuştin bûye û xwestiye ew tehliye bibe.
Piştî navberekê, heyeta dadgehê biryara xwe aşkere kiriye. Heyetê diyar kiriye ku ji ber sûcê "kuştina bi qest" cezayê miebetê didin F.K.yî. Heyetê paşê cezayê bersûcî daxistiye 25 salan. (AÖ/FD)