Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
22 rojnamegerên bi iddiaya ku “li dijî polîsan derketin e” di dema serdegirtina Rojnameya Ozgur Gundemê de hatibûn desteserkirin. Danişîna Doza wan rojnamegeran li 5em Dadgeha Cezayê Esliyê ya Stenbolê pêk hatiye. Ji 22 rojnamgeran 18 beraet bûne. Dosyeyê 4 rojnamegeran hatibûn cûdakirin. Rojnameya Ozgur Gundemê ya Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin.
Dadgehê derbarê rojnamegerên bi navê Amîne Demîrkan, Bayram Balci, Ersin Çaksû û Gunay Aksoy çi biryarek nedaye ku ji ber li derveyê Tirkiyeyê bûne û dosyeya wan ji yên din hatibû cûdakirin.
Rojnamegerên ku beraet bûne ev in:
Xebatkarên Rojnameya Ozgur Gundemê Elîf Aydogmûş, Sevdiye Ergurbuz, Reyhan Hacioglû, Bûrcû Ozkara, Kemal Bozkûrt, Onder Elaldi, Ender Ondeş, Sînan Balik, Davût Ûçar, Firat Yeşilçinar, Zekî Erden û Dogan Guzel; Nûçegîhanên DİHAyê Ozgur Paksoy û Mesût Kaynar, ji İMC TVyê Gokhan Çetîn û Gulfem Karataş, ji Odeya Doktoran a Stenbolê Yilmaz Bozkûrt û xebatkarê Weşanxaneya Dogûyê Huseyîn Gunduz.
Bixwîne-Dozgerî xwestiye dadgeh ceza li rojnamegeran bibire
Bixwîne- Dadgehê herdu dozên rojnameya Ozgur Gundemê taloq kirine
Herweha rojnamevan beşdarî danişînê nebûne û parêzerên wan Ozcan Kiliç, Cemal Polat, Sercan Korkmaz û Oya Oznûr di danişînê de amade bûn in.
Parêzeran di danişînê de parastina miwekîlên xwe kirine û xwestin werin beraetkirin. Dadgehê daxwaza parêzeran nirxandiye û bi hêceta ku delîlên rojnamevan pê werin cezakirin têrê nakin û rojnamevanan sûc nekiriye biryara beraeta wan daye.
Her wiha dadgehê biryar daye ku materyalên dîjîtal ên rojnamegeran ku 5 sal in hatine girtin li wan werin zivirandin.
Çi bûbû?
8em Dadgeha Aştî û Cezayî ya Stenbolê di 16ê Tebaxa 2016an de rojnameya Ozgur Gundemê bi tohmeta ku “propagandaya rêxistinê dike” girtibû. Di biryarê de digel ku gotibû biryara girtinê “demkî ye” lê nehatibû diyarkirin bê ka wê heta kengî girtî bimîne.
Piştî girtina rojnameyê bi demeke kurd, polîsên tîmên taybet, girtibûn ser avahiya rojnameyê ya li Beyoglûyê. Polîsan li nasnameyên hin xebatkaran nêrîbû û ew serbest kiribûn lê 22 kes desteser kiribûn.
Rojnameger û medyakar sê rojan desteserkirî mabûn û bi îdiaya ku “heqaret li karmendên dewletê kirine” û “li ber karkirina karmendên dewletê bûne asteng” îdianame ji bo wan hatibû amadekirin.
Dadgehkirinê di 9ê Sibata 2018an de destpê kiribû. Rojnamegeran gotibû 7 saetan destên wan li paş wan kelemçekirî hatine rawestandin, dijûnên nîjadperest ji wan re gotine, gefa tecawizê li rojnamegerên jin xwarine. Di her danişînê de parêzeran daxwaza telefonên rojnamegeran kiribûn ku polîsan dest danîbûn ser wan. Dadgehê ji Midûriyeta Emniyetê ya Beyoglûyê û Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê re nivîs şandibûn lê nehatibû zanîn bê ka telefon li ku ne. (AY)