Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Daîreya Cezayan a Yekem a Dadgeha Bilind biryara beraetê ya 8 bersûcên Doza JÎTEMa Cizîrê pesend kiriye. Ji ber ku 21 kes hatibûn revandin û hatibîn înfazkirin, doz li 8 kesan vebûbû. Cemal Temîzoz, Fermandarê Qereqola Cendermeyan ê Cizîrê yê wê demê jî di nava van kesan de bû.
Li Dadgeha Bilind 2 endamên dadgehê li dijî biryara pesendkirinê derketine lê ji ber ku sê endaman qebûl kiriye, dadgehkirin bidawî bûye.
Daîreya Cezayan a Yekem a Dadgeha Bilind di 25ê Çiriya Paşiyê ya 2021an de biryara xwe daye.
Li gorî nûçeya Alîcan Ûlûdagî ya di DW Tirkiyê de hatiye weşandin, Îbrahîm Îlhan û Tûrgay Ateş li dijî biryara pesendkirinê derketine.
Pêvajoya dozê
Doza JÎTEMê, ji ber revandin û kuştina 21 kesan a di navbera salên 1993 û 1995an de li Cizîrê, navçeya Şirnexê, di sala 2009an de vebûbû.
Dadgehkirin destpêkê li Amedê pêk dihat. Li gel Cemal Temîzoz, Kamîl Atagê Şaredarê berê yê Cizîrê, Kûkel Atag, Temer Atag, Adem Yakin, Firat Altin (Abdûlhakîm Guven), Hidir Altûg û Bûrhanettîn Kiyak dihatin dadgehkirin. Bersûc "Bi avakirina rêxistinê ya ji bo kuştina mirovan, endamtiya vê rêxistinê, bi hin kesên din mirovan bidin kuştin û kuştina mirovan" dihatin sûcdarkirin.
Piştî dadgehê ku erka wan a taybet hebû, hatin girtin, dadgehkirinê li Şirnexê dewam kiribû. Dadgeha li vir, ji ber ku 5 sal girtî mabû, Temîzoz tehliye kiribû.
Bi mehneya ewlehiyê dadgehkirinê li Eskîşehîrê dewam kiribû. Dadgeha Cezayê Giran a 2yem di 5ê Çiriya Paşiyê ya 2015an de biryar dabû ku Temîzoz jî di nav de heşt bersûc beraet bikin. Gilîkar li dijî vê biryarê derketibûn. (TP/FD)