Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Umît Dede, Cîgirê Hevserokê Giştî yê Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê yê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) bi boneya 10ê Kanûna Pêşiyê Roja Mafên Mirovan civîna çapemeniyê lidar xistiye.
Dedeyî mirina biguman ya Garîbe Gezera ku rûbirûyê îşkenceyê mabû şermezar kiriye û derbarê mijarê de weha gotiye:
“Duh bi şev me nûçeyek xemgîn wergirt. Hevala me Garîbe Gezer li Girtîgeha Kandirayê mir. Pêvajoya ku dawî li jiyana Garîbe Gezer hat, wek kurteya binpêkirina mafên mirovan a Tirkiyeyê ye. Di şer û pevçûnên ku ji aliyê hikumetê ve hat afirandin de, birayê wê yê mezin hat kuştin, birayê wî yê din jî birîndar bû û felc maye. Garîbe Gezer a ji girtîgehê sirgûnî girtîgehê hat kirin, cara dawî birin Girtîgeha Kandirayê. Pêşî lêdan û pişt re jî tecawizî wê kirin. Di telefona dawî ya ku wê bi malbata xwe re kir de em hînî van pêkanînan bûn. Gardiyanan nexistin ber tu lêpirsînê. Cezayê hucreya yek kesî li Garîbe Gezer tê birîn û li wir bi awayek guman dimire. Em ji Garîbe re rehmetê û ji malbata wê re jî sersaxiyê dixwazin."
“Welat veguheriye navenda îşkenceyê”
Dedeyî derbarê roja mafên mirovan de jî gotiye, “Azadî û mafên ku di Qanûna Bingehîn û Peymanên Navneteweyî de tên parastin ji bo desthilata AKPê ti wateya wê nîne. Serokê Giştî yê AKPê Erdogan di her firsendê de bi awayekî aşkere vê tîne ziman”
Dedeyî daye zanîn ku di gel îşkence û muameleya xerab qedexe ye jî lê di sala 2021an de sûcê dijî mirovahiyê, îşkence û muameleya xerab mohra xwe li sala 2021an daye û gotiye: “Welat veguherî navenda îşkence û binpêkirina mafên mirovan.”
Dedeyî bal kişandiye ser kuştina jinan a di sala 2021an de û gotiye, “Di 11 mehên salê de 310 jin hatine kuştin. Dede her wiha behsa binpêkirinên mafên zarokan jî kiriye û gotiye, “li dijî zarokan tundî û îstîsmar zêde bûye.”
Neyariya li hemberî Kurdî
Dedeyî destnîşan kiriye û gotiye, “Neyartiya li hember kurdî û Kurdan di sala 2021an de jî mohra xwe li rojevê daye û ji Meclîsê bigire heta girtîgeh û derve li her deverê neyartî, astengî, qedexekirin û êrişên li ser ziman, çand û hunera kurdî berdewam dike. Dede got hêj du roj berê axaftina kurdî ya parlamentera wan Ayşe Surucuyê li Meclîsê hat astengkirin.”
Biryarên derbarê Demîrtaş û Kavala de nehatin pêkanîn
Dedeyî bilêv kiriye ku girtin û desteserkirinên li dijî hiqûqê berdewam dikin û pêkneanîna biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ya ji bo Selahattîn Demîrtaş û Osman Kavala her cûre bêhiqûqiyan rave dike û radixe ber çavan û weha gotiye, “Hevseroka Leyla Guven û Berdevka TJAyê Ayşe Gokkan û cezakirina wan jî neheqiya li Tirkiyê ku tê kirin nîşan dide. Dede got di serdema 27’emîn a Meclîsê de bi giştî hezar û 467 fezleke hatine Meclîsê û niha hezar û 392 fezleke amade ne û ji van fezlekeyan hezar û 41 hebê wî ji bo 56 parlamenterên HDP’ê hatine amadekirin.”(AS/AY)