DOZA ROJNAMEGER BEYZA KÛRALÊ
Polîsê bersûc dîsa tevlî danişînê nebûye, dadwer biryara zeftkirina wî nedaye
![Polîsê bersûc dîsa tevlî danişînê nebûye, dadwer biryara zeftkirina wî nedaye](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/254/611/original/beyza.jpg)
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Her sê polîsên ku bi gotinên “Êdî wê tiştek ne weke berê be, em ê rê we bidin” tundkarî li Beyza Kûral, nûçegîhana berê ya bianetê kiribûn, îro sêyem danişîna doza wan li 35em Dadgeha Cezayê Esliyê ya Amedê pêk hat.
Erol Onderoglû, raportöre bîanet û Nûnerê Tirkiyeyê yê Rojnamegerên Sînornenas(RSF) û gelek rojnameger danişîn şopandine.
Bixwîne - Polîsên tundkarî li Beyza Kural, nûçegîhana berê ya bianetê kiribûn wê werin dadgehkirin
Polîs K.A., N.D. û Y.Ş. li gorî Xala 117/1ê û 119/1-eyê ya Qanûna Cezayan a Tirkan (TCK) û ji ber ku “mafê azadiya kar û xebatê hatiye bin pê kirine” tên dadgehkirin. Her sê bersûc tevlî danişînê nebûne. Beyza Kûral û Parêzera wê Merîç Eyuboglû tevlî danişînê bûne.
Polîsê bersûc dîsa tevlî danişînê nebûye, dadwer biryara zeftkirina wî nedaye
Polîsê bersûc N.D. diviyabû li 14em Dadgeha Cezayê Esliyê ya Amedê bi Sîstema Deng û Dîmenî(SEGBÎS) tevlî danişînê biba lê tevlî vê danişînê jî nebûye.
Li ser vê yekê Merîç Eyuboglûyê, parêzera Kuralê xwestiye ku derbarê N.D.yî de biryara zeftkirinê were derxistin ku heta niha parastina wî nehatiye girtin. Eyûboglûyê weha gotiye, “Em tên û diçin îfadeya polîsê bersûc hê jî negirtine. Di danişîna sêyem de hê jî îfadeya bersûc nîne. Me fêm nekir ku ji bo ku biryara zeftkirinê were dayîn hûn hê li benda çi ne. Em dixwazin ku biryara girtina wî were dayîn.”
Heyeta dadgehê çi biryarek dernexistiye û danişîn taloqî saet 10.30ê 11 Adara 2022an kiriye.
Çi bûbû?
Polîsan di 6ê Çiriya Paşiyê ya 2015an de dema xwendekaran li Beyazita Stenbolê Lijneya Bilind a Hindekariyê (YOK) protesto dikirin, xwestin Beyza Kural, nûçegîhana bianetê desteser bikin. Her weha xwestibûn destê wê li paş wê kelemçe bikin.
Di vê navberê de polîsekî bi dengekî bilind got “Wê êdî ti tişt nebe weke berê, em ê vê nîşanî we bidin.” Li ser midaxeleya rojnamegerên din Kural serbest bûbû.
Beyza Kuralê giliyê polîsan kiribû lê lêpirsîna wan nehatibû kirin û dadgehan bi sedema ku “erka xwe ya bikaranîna tundiyê derbas nekiriye” serlêdana Kuralê qebûl nekiribûn.
Dadgeha Desthura Bingehîn di biryara xwe de diyar kiribû ku karta saziyê ya zer a rojnamegeriyê di stuyê Beyza Kuralê de bûye û kamerayan liv û tevgerên polîsan qeyd kiriye.
Dadgehê her weha diyar kiribû ku polîsan Kural asteng kirine û nehiştine ew karê xwe yê pîşeyî bike.
(HA/AY)
Îdianameya 1ê Gulanê: Dozger ji bo 42 kesan heta 567 salan ceza xwest
![Îdianameya 1ê Gulanê: Dozger ji bo 42 kesan heta 567 salan ceza xwest](https://static.bianet.org/haber/2024/05/29/1-mayis-iddianamesi-savci-42-kisi-icin-567-yila-kadar-hapis-istedi.jpg)
Rojnameger Ayça Soylemeza ku ji ber Akın Gurlek dihat darizandin beraet kiriye
![Rojnameger Ayça Soylemeza ku ji ber Akın Gurlek dihat darizandin beraet kiriye](https://static.bianet.org/haber/2024/03/19/akin-gurleki-hedef-gosterdigi-iddiasiyla-yargilanan-ayca-soylemez-beraat-etti.jpg)
Saziya Îlanên Çapemeniyê wê îsal bi tenê 300 hezar TL ji bide 6 rojnameyên kêmnetewan
![Saziya Îlanên Çapemeniyê wê îsal bi tenê 300 hezar TL ji bide 6 rojnameyên kêmnetewan](https://static.bianet.org/haber/2024/02/26/basin-ilan-kurumu-azinlik-gazetelerine-2024-te-sadece-300-bin-tl-ayirdi.jpg)
Di Doza Geziyê de dadgeha herêmî li gorî daxwaza Dadgeha Bilind biryar da
![Di Doza Geziyê de dadgeha herêmî li gorî daxwaza Dadgeha Bilind biryar da](https://static.bianet.org/haber/2024/02/21/gezi-davasinda-mahkeme-yargitay-kararina-uydu-yapici-altinay-ve-ekmekci-beraat-etti.jpg)
Merasîma bîranîna Hrant Dînkî pêk hat: Em dixwazin edalet pêk bê
![Merasîma bîranîna Hrant Dînkî pêk hat: Em dixwazin edalet pêk bê](https://static.bianet.org/haber/2024/01/19/hrant-dink-oldurulusunun-17-yilinda-aniliyor-itiraz-ediyoruz-adalet-istiyoruz.jpg)