Bi tohmeta "Heqaret li Serokomarî kiriye” dadgehekê vîdeo aktivîst Înce ceza kiriye

Fotograf: MLSA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgehkirina vîdeo aktivîst û dokumanterîst Oktay Înceyî îro bi encam bûye. Bi tohmeta ku “heqaret li Serokomarî kiriye” doz li Înceyî hatibû vekirin.
Yekem Dadgeha Asliye Cezayî ya Kemalpaşayî ya Îzmîrê bi tohmeta ku “heqaret li Serokomarî kiriye” Înce bi sal û 2 meh û 17 roj cezayê girtîgehê ceza kiriye.
Oktay Înce, parêzerên wî Arîf Cangi, Dogû Işik û Alî Aydin beşdarî danişînê bûne. Înceyî paraznameya xwe ya beriya niha pêşkêş kiribû dîsa pêşkêş kiriye. Parêzerên wî jî li dijî îdia û daxwazên dozgerî derketine. Parêzeran diyar kirine ku delîlên di îdianameyê de ne tekez in û li dijî hiqûqê ne.
Parêzeran her weha mînak ji biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn û yên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dane û diyar kirine ku “delîlên dijhiqûqî nabe werin bikaranîn”.
Parêzeran xwestiye ku dadgeh biryara beraetê ji bo Înceyî bide. Dozgerî nêrîna xwe aşkere kiriye û gotiye ku Înceyî “heqaret li Serokomarî kiriye” û li gorî vê jî bila were cezakirin. Heyeta dadgehê ev daxwaz qebûl kiriye û Înce bi sal û 2 meh û 17 roj cezayê girtîgehê ceza kiriye.
Înce: Bi vê rêyê dewlemend bûn
Piştî dadgehkirin qediye, Înce bi bianetê re axivî û wiha got: “Ev dozeke azadiya xweîfadekirinê bû.” Înceyî xwest ku Xala 299an a Qanûna Cezayan a Tirkan were guhertin ku li gorî vê, bi tohmeta “heqareta li Seromokarî bûye” dadgeh cezayan dibirin.
Înceyî her weha got ku armanca esasî ya dozên weke vê, ne parastina rêzdariya Serokomarî ye lê belê rasterast dixwazin mixalefetê biçewisînin, azadiya gotin û xweîfadekirina wan bitepisînin.
Înceyî diyar kir ku “Yê divê were dadgehkirin Tayyîp Erdogan e.
"Weke karmendên îcrayê çawa dixwazin û çiqas dixwazin bila werin. bila li ser navê Serokomarî pereyan ji gelî kom bikin. Ev êdî têkoşîna min e. Ez ê texsîr nekim.” (HA/FD)
Hrant Dînk hat bibîranîn

Di îfadeya emniyetê de ji edîtora bianetê Tugçe Yilmazê xebatên wê yên rojnamegeriyê hat pirsîn

'Berdêla rastiyê': Rojnamegerên Filistînî yên ku Îsraîlê li Xezayê kuştine

Doza edîtora bianetê Evrîm Kepenekê hat taloqkirin

Îdianameya 1ê Gulanê: Dozger ji bo 42 kesan heta 567 salan ceza xwest
