Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Parêzerên Biroya Hiqûqê ya Sedsalê xwestine biçin li Girtîgiha Tîpa Fyê ya ewlehiya wê xurt a Imraliyê, Rêberê PKKyê, Abdûllah Ocalan û her sê miwekilên wan ên din ên girtî, Omer Hayrî Konar, Hamilî Yildirim û Veysî Ateşî bibînin. Lê Dadweriya CîBicîkirinê ya Bûrsayê ev daxwaz qebûl nekiriye.
Bixwîne - Parêzerên Ocalanî serî li baroyan û rêxistinên mafparêz daye
Bixwîne - Biroya Hiqûqê ya Sedsalê: 8 meh in agahî ji Îmraliyê nayê standin
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Biroya Hiqûqê ya Sedsalê ragihandiye ku ji ber di 12yê Çiriya Pêşiyê de, 6 meh cezayê qedexeya hevdîtinê li Ocalanî biriye. Dadweriyê bi vê mehneyê destûr nedaye parêzeran.
Parêzeran gotiye ku her weha ji ber ku di 18ê Tebaxê de Serokatiya Lijneya Dîsîplînê ya Midûriyeta Saziya Girtîgeha Îmraliyê cezayê qedexeya hevdîtinê ji bo 3 mehan daye miwekilên wan, daxwaza malbatan jî qebûl nebûye.
Li gorî vê rewşê, 6 meh cezayê qedexeya hevdîtina bi parêzeran re, 3 meh jî cezayê qedexeya hevdîtina bi malbatan re li Ocalan, Konar, Yildirim û Ateşî birîne.
Biroya Hiqûqê ya Sedsalê diyar kiriye ku Dadweriyê derbarê mehneya cezayan de behse hûrgiliyan nekiriye.
Çi bûbû?
Biroy Hiqûqê ya Sedsalê bi daxwaza ku bikaribin agahiyê ji Ocalan û miwekilên xwe yên din werbigirin û bikaribin hevdîtinê bi wan re bikin, di 24ê Çiriya Paşiyê de serî li Wezareta Dadê, Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan û Serokatiya Beşa Mafên Mirovan dabû.
Her weha ji Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Parlamentoyê jî xwestibû ku li Girtîgeha Îmraliyê lêkolînê bike û ji bo ev rewş bidawî bibe, hewl bide.
Herî dawî di 7ê Tebaxa 2019an de hevdîtin pêk hatibû
Abdullah Ocalan 22 sal in ku li Girtîgeha Îmraliyê tê girtin. Parêzeran herî dawî di 7ê Tebaxa 2019an de ew dîtibûn.
Piştî vê hevdîtinê, parêzeran bi dehan caran daxwaza hevdîtinê kirine. Lê rayedaran ne êrênî ne jî neyênî ti bersiv nedane parêzeran. (KÖ/FD)