Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Biroya Hiqûqê ya Sedsalê aşkere kiriye ku 8 meh in ew ti agahiyan ji Rêberê PKKyê Abdullah Ocalanê li Girtîgeha Tîpa Fyê ya Ewlehiya Bilind a Îmraliyê û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaşî nastînin.
Biroyê li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsiye û gotiye, wan serî li Wezareta Dadê, Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan û Serokatiya Beşa Mafên Mirovan daye û xwestiye rê li ber wan vebe ku bikaribin agahiyê ji Ocalan û miwekilên xwe yên din bistînin û hevdîtinê bi wan re bikin.
Parêzeran her weha serî li Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Parlamentoyê jî daye û xwestine li girtîgeha grava Îmraliyê lêkolînê bikin.
Parêzeran di 22yê Çiriya Paşiyê de aşkere kiribûn ku ji bo ew bikaribin demildest hevdîtinê bi Ocalan û miwekilên xwe yên din re bikin, wan serî li Dadweriya Bicihanînê ya Bûrsayê daye.
Herî dawî di 7ê Tebaxa 2019an de hevdîtin pêk hatibû
Abdullah Oclan 22 sal in ku li Girtîgeha Îmraliyê tê girtin. Parêzeran herî dawî di 7ê Tebaxa 2019an de ew dîtibûn.
Piştî vê hevdîtinê, parêzeran bi dehan caran daxwaza hevdîtinê kirine. Lê rayedaran ne êrênî ne jî neyênî ti bersiv nedane parêzeran. (KÖ/FD)