Fotograf: Hayri Tunç/Gazete Fersunde
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Dayikên/Mirovên Şemîyê wê 24ê Çiriya Paşiyê careke din werin dadgehkirin.
Dayikên/Mirovên Şemiyê di 25ê Tebaxa 2018an de ji bo hefteya 700î ya çalakîya xwe, xwestibûn li Qada Galasarayê bernameyekê çêbikê lê polîsan êrîşî wan kiribûn û gelek kes ji wan desteser kiribûn. Paşê jî dozgerî bi tohmeta ku “bê destûr xwenîşandan li dar xistine” doz li wan vekiribû.
Bixwîne - Ji ber çalakiya hefteya 700î, doz li Mirovên Şemiyê vekirine
Xizmên windayan li ser hesabê twitterê yê Dayikên Şemîyê vîdeoyek weşandine. Di videoyê de wiha gotine, “Ez ê roja 24ê Çiriya Paşîyê, saet di 10.00ê de li Edliyeya Çaglayanê bim. Tu jî werî!”
Hasan Karakoç:
— Cumartesi Anneleri (@CmrtesiAnneleri) November 22, 2021
“It is not those who, 27 years ago, forcibly disappeared my brother Rıdvan Karakoç who are on trial -but me.
On 24 November 2021, at 10 am, I will be at the Çağlayan Court House. Let’s stand together!”#SaturdayMothers on trial:#CumartesiAnneleriYargılanıyor pic.twitter.com/vQ69fWSTCu
Her weha gelek kesan li ser hesabên xwe yên Twitterê bi hashtaga #CumartesiAnneleriYargılanıyor (Dayikên Şemiyê tên dadgehkirin) mesaj weşandine û banga tevlêbûna dozê kirine.
Doz li 46 mafparêzan vebûbû
Kesên ku doz li wan hatiye vekirin ev in: Koray Çağlayan, Koray Kesik, Leman Yurtsever, Levent Gökçek, Lezgin Özalp, Maside Ocak, Mehmet Günel, Muhammed Emin Ekinci, Ayça Çevik, Besna Koç, Cafer Balcı, Can Danyal Aktaş, Cihan Oral Gülünay, Cüneyt Yılmaz, Deniz Koç, Ercan Süslü, Ezgi Çevik, Faruk Eren, Fecri Çalboğa, Ferhat Ergen, Gamze Elvan, Hakan Koç, Hasan Akbaba, Hasan Karakoç, Jiyan Tosun, Kenan Yıldızerler, Murat Akbaş, Murat Koptaş, Onur Yanardağ, Osman Akın, Özer Oymak, Özge Elvan, Ramazan Bayram, Rüşa Sabur, Sadettin Köse, Adil Can Ocak, Ahmet Karaca, Ahmet Süleyman Benli, Ali Ocak, Ali Yiğit Karaca, Atakan Taşbilek, Ataman Doğa Kıroğlu, Saime Sebla Arcan, Sinan Arslan, Ulaş Bedri Çelik, Volkan Uyar.
Ji ber parêzbendiya wan heye dosyayên parlamenteran ên ku beşdarî çalakiyê bûne, veqetandine. (AS/DD/FD)
*Dara Demiralpî ev nûçe ji tirkî wergerandiye