Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komîsyona Parêzerên Doza 10ê Çiriya Pêşiyê, Qetlîama Enqereyê, beriya danişîna ku wê di 24ê Çiriya Paşiyê de pêk were, nameyeke aşkere weşandiye. Komîsyonê bang li saziyên darazê kiriye û gotiye, li gorî erka xwe tev bigerin.
Parêzeran diyar kiriye ku “Faîlên qetlîamê ne tenê DAIŞî ne” û gotiye, “Hûn nikarin berpirsiyariya dewletê veşêrin”.
Beşek ji daxuyaniya parêzeran wiha ye:
- Hûn neçar in rayedarên dewletê yên faîlên rastîn veşartine û digel ku beriya qetlîamê bi 10 rojan giliyê Yakûp Şahînê kujer hatiye kirin, lê dest nedane wî,
- Kesên li ser sînorî li ser navê dewletê bi DAIŞiyan re bazar kiriye û gotiye “ma we çi xwest û me nekir”,
- Kesên Nusret Yilmaz, yek ji rêveberên payebilind ên DAIŞê ên li Tirkiyeyê digel ku saziyên Gurcistanê ew du caran radestî Tirkiyeyê kirin lê we serbest kirin,
- Kesên ku Yûnûs Dûrmazê qetlîamên li Tirkiyeyê birêxistin kiriye lê digel biryara zeftkirina wî û tespîtkirina jimareya telefona wî, desteser nekirin,
- Kesên ku digel bi dehan gilîkirinan ji bo mitîngî tedbîr negirtine û ev rewş di rapora Kontrolorên Mulkiyeyê de jî diyar bûye,
- Kesên ku di 10ê Çiriya Pêşiyê de li Enqereyê xalên kontrolê rakirin, gaz bera ser birîndaran dan û nehiştin ambulans bikevin qadê,
- Kesên ku Metîn Akaltinê bombe di çenteyê wî de hatiye zeftkirin, lêkolîn nekirin,
- Kesên ku DAIŞiyên birpirsiyariya wan di gelek qetlîaman de heye, di navbera salên 2012 û 2015an de li Dîlokê şopandine lê tiştek nekirin,
Û gelek rayedarên din ên dewletê dadgeh bikin. (AS/FD)