Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Çend roj berê Serokê berê yê Beşa Kontrterorê yê Rêxistina Istixbarata Netewî (MÎT), Mehmet Eymur li xwe mikur hatibû û behsa JITEM, kuştinên “failên wan nediyar” û windakirinên bi darê zorê yên di dema desteserkirinan de kiribû û gotibû wî îşkence li desteserkiriyan kiriye.
Piştî ku Eymur li xwe mikur hat, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Baroya Amedê giliyê Eymurî kirine.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Mêrdînê jî hefteya borî, ji dadgehê xwestibû ku di lêpirsîna JITEMa Midyadê de bila li Eymurî guhdar bikin.
Eymur di 5ê Çiriya Paşiyê de bi rojnameger Gokçer Tahîncîoglûyî re axivîbû. Paşê jî beşdarî bernameyeke kanala Halk TVyê bûbû. Eymurî di her du hevpevyînan de li xwe mikur hatibû û gotibû, îşkencekirin jî tê de gelek sûc kirine ku îşkence yek ji sûcên li dijî mirovan e. Eymurî diyar kiribû ku “dewletê 18 kes ji ber pereyan kuştine.”
HDPyê giliyê wî kiriye
HDPyê îro daxuyaniyek weşandiye û gotiye, wan giliyê Eymur û rayedarên dewletê kiriye ku tevlî Eymurî kar kirine.
Komîsyona Hiqûqê û ya Mafên Mirovan a HDPyê, gilîname dane Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê.
Baroyê jî daxwaza lêpirsînê kiriye
Baroya Amedê jî giînameyek daye Serdozgeriya Komarî ya Amedê û xwestiye lêpirsîneke bi bandor bikin.
Baroyê di gilînameyê de behsa gotinên Eymurî kiriye û xwestiye “gumanbarên di salên 1990an de, di serî de li Amedê, li gelek bajarên Tirkiyeyê îşkence û kuştinên bêdaraz kirine û hêzeke kujer a bêpîvan bikar anîne, derxin holê û lêpirsîneke bibandor ji bo wan bikin.” (AS/FD)