Şaredariya Keçîorenê ya Enqereyê konsera Mem Araratî betal kiriye. Konser wê 4ê Kanûna Pêşiyê ya 2020an li Navenda Çandê ya Neşet Ertaşî pêk bihata.
Mem Araratî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî diyar kiriye ku Şaredariya Keçîorenê “ji ber stranên bi kurdî destûr nedaye konserê”.
Ji raya giştî re… pic.twitter.com/cLbntFbVDp
— Mem Ararat (@araratmemm) November 15, 2021
Araratî di peyama xwe de gotiye ku Zîz Muzîkê û Şaredariya Keçîorenê ji bo konserê li hev kiriye û wan jî dest bi amadekariyan kiriye. Araratî diyar kiriye ku duh bi şev rayedarên navenda navborî telefonî hevalên wî kiriye û ji wan re gotiye ku "Me nizanîbû li konserê stranên bi kurdî ew ê were gotin. Weke şaredariya Keçiören em ê destûrê nedin vê konserê. Ji ber vê yekê bi awayekî yek alî em vê peymannameya di navbera me de betal dikin."
Ji ber vî tiştî konsera Mem Araratî betal bûye.
“Em ê stranên xwe dîsa bi hev re bibêjin”
Araratî di dewama peyama xwe de ev helwesta Şaredariya Keçîorenê weke “sûcê nefretê” binav kiriye û gotiye “Ji ber vê yekê em şaredariya Keçiörenê bi dengê herî bilind şermezar dikin. Bêgûman em ê stranên xwe dîsa bi hev re, bi yek dengî bibêjin û em ê dîsa bi kurdî bêjin. Bi hemû devok û zaravayan…”
Piştî vê peyamê, gelek bikarhênerên medyaya civakî bertek nîşan dane.
Stran û klamên #Kurdî, deng û awaza hebûna miletê Kurd ê. Guhdarîxweş!
— Murat Sarısaç (@muratsarisac) November 16, 2021
Mem Ararat - Xaçirek pic.twitter.com/hXiJMsgSTR
Mixabin gelek caran astengî li ser muzîka kurdî heye û heta ev nijadperestî heye ev buyer wê bên serê me. Gerek em bi hevre xwedî çanda xwe derbikevin û stranên xwe bi hevre bibêjin bila hemû dinya bibhîze.. Derbasî be @araratmemm https://t.co/pBenF2AJz4
— Diljen Ronî (@diljenroni) November 15, 2021
Şaredariya Keçiorena Enqerê bi hinceta stranên Kurdî konsera #MemArarat betal kiriye. Ev helwest bi tu awayî nayê qebûlkirin/cihê şermê û mixabîniyê ye. Muzîkjenên kurd û mûzîka kurdî ne bêxwedî û ne jî bê çare ye! https://t.co/l5sCe2wkOr
— Ziryab (@KovaraZiryab) November 15, 2021
Her weha Komîsyonên Ziman ên baroya Mêrdîn, Şirnex, Êlih, Wan û Rihayê bi daxuyaniyeke hevbeş biryara Şaredariya Keçîörenê şermezar kiriye.
Li ser qedexekirina konsera hunermendê kurd @araratmemm daxuyaniya Komîsyonên Zimanê Kurdî. pic.twitter.com/R1Rjbfd8Mn
— Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Şirnexê (@sirnakbarokurdi) November 16, 2021
Şaredariyê daxuyanî daye
Li gorî nûçeya Serkan Alanî ya di Gazete Duvarê de hatiye weşandin, Şaredariya Keçîorenê, red kiriye ku ji ber stranên kurdî wan destûr nedaye.
Buket Taker, Midûra Çandê ya Şaredariya Keçîorenê gotiye ku şîrketa organîzasyonê li ser navê şanoger Mehmet Esenî navend kirê kiriye û piştî ew pê hesiyane, yê salon kirê kiriye Mem Ararat e, wan peymanname betal kiriye.
Serkan Alanî gotiye ku navê Mem Araratî yê rastîn Mehmet Esen e, li ser vê rewşê Takerê gotiye, “Diviyabû wan navê ku li ser sehneyê bikar tîne, bigota. Hevalên me vî tiştî nizanin.” (FD)