Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Qaymeqamiya Fatîhê ya Stenbolê, stand upa bi kurdî ya bi navê “Dawiya Dawî” bêyî di sedemekê nîşan bide qedexe kiriye.
Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê, li dijî tiryakê kampanyayek daye destpêkirin. Wê “Dawiya Dawî” ji bo vê kampanyayê li Navenda Hunerên Numayişê ya Sûyê bihata lîstin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Qaymeqamiyê ji Ayhan Ûslû, berpirsê Navenda Hunerên Numayişê ya Sûyê re ragihandiye ku wan stand up qedexe kiriye.
Piştî vê biryarê, Meclîsa Ciwanan a HDPyê ragihandiye ku wê “Dawiya Dawî” li avahiya partiya wan a li Bagcilarê were nîşandan.
Lîstik di saetên êvarê de hatiye nîşandan. Şanoger Ozcan Ateş dilîze û Kemal Gokhan Gurses derhênerê lîstikê ye. (RT/FD)