Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DISK) hefteya borî li kargehan kampanyayek bi navê “Di dahatê û bacê de edalet” dabû destpêkirin.
DISkê ji bo vê kampanyayê duh (11ê Çiriya Paşiyê) li Stenbol, Enqere, Edene, Dîlok, Amed, Edîrne û Eskîşehîrê çalakî li dar xistine.
Navenda çalakîya Stenbolê li Beşiktaşê, Qada Barbarosê bûye. Seroka Gişti ya DISKê Arzu Çerkezoglû, Endamê Lijneya Rêvebirinê ya DISKê Seyît Aslan û Nûnerê Herêma Stenbolê yê DISKê Nevzat Karataş jî beşdarî çalakîye bûne.
Çerkezoglû li vir axivîye û gotiye, desthilata sîyasî bihayê kedê erzan kirîye û polîtîkayên mezinbûnê bi rêya bêqîmetkirina TLyê, dide meşandin.
Çerkezoglûyê wiha dewam kiriye: “Ev çileya ku em dijîn ne ji bêkerbûnê ye lê ji ber tercîhên desthilatê ye.”
“Bila bacê ji kêmtirîn mehaneyan nestînin”
Çerkezoglûyê di dawîya axaftina xwe de behsa daxwazên xwe kiriye ku di çalakîyên li çar alîyê Tirkiyeyê û li kargehan de ew anîne ziman:
* Bila bacê ji kêmtirîn mehaneyan û biqasî kêmtirîn mehaneyên hemû mehaneyan nestînin. Li gorî vê rewşê, bila hemû mehane bi qasî 750 lîreyî zêde bikin.
* Bila dabeşkirina dahata esasî ya li gorî bacê diyar dibe, li gorî dahata netewî were diyarkirin.
* Mehaneyên herî hindik ên kesên teqawitbûyî, bila bibe bi qasî kêmtirîn mehaneyan.
* Bila bacan ji fatûreyên ceyran, av, gaza xwezayî û înternetê nestînin.
* Bila êdî bacê xurekan nestînin.
(HA/DD/FD)
*Dara Demîralpî ev nûçe ji tirkî wergerandiye