Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Parêzerên Doza Kobaniyê û Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) derbarê heyeta dadgehê de daxwaznameya gilîkirinê daye Lijneya Dozger û Dadgeran(HSK).
Ji parêzeran Kenan Maçoglû piştî ku daxwazname daye HSKyê bi çapemeniyê re axiviye û gotiye, “HSKyê midaxeleyî 22em Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya ku doza Kobaniyê birêve dibe, kir. Serokê dadgehê ji wezîfeyê hat girtin, endameke nû ji bo heyetê hat wezîfedarkirin. Bi vê re dest bi pêşxistina helwesteke nû kirine.”
Di Doza Kobaniyê de piştî ku Serokê 22emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê Bahtiyar Çolak di 4ê Çiriya Paşiyê de bi biryara Lijneya Dozger û Dadgeran (HSK) ji wezifeyê hatiye girtin, ji endamên heyeta dadgehê Yildiray Kaya weke serokê dadgehê hatiye tayînkirin. Li şûna endamê heyeta dadgehê yê vala maye jî ji endamên 23emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê ku îtîraz lê hatiye kirin Mûrat Donmez wezîfedar kirine.
Piştî guhertina heyeta dadgehê parêzerên dozê daxwaz kirin ku danişîn 2 meh bê taloqkirin û dema danişînê ku 2 hefteyan berdewam dike bê guhertin.
Heyeta dadgehê daxwaza parêzeran qebûl nekiriye. Ji ber vê yekê 3 roj in parêzerên dozê bi armanca şermezarkirina heyeta dadgehê tevlî danişînê nabin. Parêzeran îro jî serî li HSKê dane û giliya heyeta dadgehê kirine. Parêzeran, ji HSKê daxwaz kiriye ku derbarê heyeta dadgehe ku wezîfeya xwe li gorî qanûnan bikarnahîninn lekolîn bê kirin.
Parêzeran di daxwaznameya xwe de binpêkirinên ku li dadgehê tên kirin rêz kirine û daxwaz kirin ku daxwaza wan ya derbarê heyeta dadgehê de bê qebûlkirin.
Her weha parêzeran gotine, ““Heyet wezifeya xwe li gorî qanûnan bikarnahîne û mafê me yê parastinê hat astengkirin.”(AS/AY)